ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-09 09:00:00   *Rojnameger Agîd Roj ku li Efrînê dijî der barê 'Navenda Çandê ya ji aliyê Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin de bi lêv kir ku PDK û ENKS hevkariya dagirkirina Efrînê dikin û got: "Dewleta tirk ji bo di raya giştî de pêşiya nîqaşên qirkirina kurdan bigire Weqfa Barzanî, PDK û ENKS'ê weke aparat bi kar tîne."   *Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ê girtî, diyar kir ku ew ê di danişîna ewil a di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin û ji bo beşdariyê bang li raya giştî kir.    *Hat diyarkirin ku tenduristiya Halîse Aksoy a girtî ku cenazeyê kurê wê bi kargoy re jê re hatibû şandin, xirab dibe. Parêzer Necatî Çîçek, diyar kir ku di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye û got ku divê bê berdan.    * Mûhammed Mahmûd Derwîş dema ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dimeşan rastî îşkenceyên giran hat û tiştên hatine serê wî di girtîgehên Tirkiyeyê de jî domiyan. Derwîş ê bi salan e malbata xwe digere wiha got: “Min her cure zilmê dît.”   * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên kursên perwerdehiya serdema nû ya ziman kir. Hevserokê komeleyê Cahît Akil bang li malbatan kir ku zarokên xwe bînin û qeyd bikin.   *Hevserokê Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên têne zewicandin û anî ziman ku mekanîzmayên parastinê yên zarokan nayên şixulandin.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 839’emîn de berdewam dike.    *Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê li avahiyê Rêxistina Navçeya Bagcilarê di bernameya “Ciwan Tecrîdê Nîqaş Dikin” de bên cem hev. (15.00)