30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'! 2023-07-08 23:11:31   AMED - Ejder Yazici, biraziyê girtiyê nexweş Bişar Yazici yê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku apê wî ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" jiyana xwe ji dest daye û got ku daxwazên wan ên ji bo berdana Yazici 3 caran hatine redkirin.    Girtiyê nexweş Bişar Yazici yê 52 salî ku di Girtîgeha Wanê de dima, li Amedê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Yazici ku cenazeyê wî ji ATK'ê wergirt, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Malabtê diyar kir ku ji bo berdana Yazici sê caran salêdan kirine û gotin ku lê belê çendî nexweş bûye jî bijîşk û ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane wî.     Îrfan Yazici, birayê Bişar Yazici anî ziman ku birayê wî ji sala 2014'an ve nexweş bûye û got ku ji bo bê berdana gelek caran li Enqere, Stenbol û Wanê serî li nexweşxaneyan dane. Yazici da zanîn ku 30 roj berê birayê wî li Wanê çûye ser bijîşk û bijîşk rapora "dikare di girtîgehê de bimîne daye wî. Yazici ev tişt gotin: "Nexweşîna wî li ber çavan bû. Bijîşk jî bi nexweşîna wî zanibûn. Herî dawî li Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê du rojan hat dermankirin. Bijîşkan bi xwe gotibû pişika wî çûye û demildest divê pişik bê neqilkirin. Paşê ew anîn vir û du hefteyan li vir hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da."    Yaizici diyar kir ku giliyê ATK û bijîşkên ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane birayê wî kirine.     Ejder Yazici, biraziyê girtiyê nexweş Bişar Yazici yê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku apê wî ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" jiyana xwe ji dest daye û got ku daxwazên wan ên ji bo berdana Yazici 3 caran hatine redkirin.