Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da 2023-07-08 17:59:37   AMED - Girtiyê nexweş Bişar Yazici yê di Girtîgeha Wanê de, jiyana xwe ji dest da.    Bişar Yazici yê 52 salî yê di Girtîgeha Wanê de, êvara îna beriya cejnê ji ber nexweşîna pişikê sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Li nexweşxaneyê nehat hiştin ku kurê wî li ber serê wî be. Yazici îro jiyana xwe ji dest da.   Malbat ji bo wergirtina cenaze çû Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Malbat dê cenazeyê Yazici bibe li gundê Ergalî yê navçeya Qelqelî ya Wanê defin bike.   Hat hînkirin ku Yazici 2 sal berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.