Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî 2023-07-08 17:09:35 ÊLIH - Fatmanûr Zehra ya 13 salî ku ket Çemê Êlihê di avê de xeniqî.    Li gundê Şerbetkoyê yê bi ser navenda Êlihê ve Fatmanûr Zehra ya 13 salî ket ava Çemê Êlihê. Piştî demeke kin ku di ava çem de winda bû. Malbat Zehrayê her çiqas lê geriya jî wê nedîtin û gazî tîmên tenduristiyê û AFAD'ê kirin. Li ser agahdarkirinê tîmên tîmên AFAD'ê û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.    Cenazeyê zaroka 13 salî piştî lêgerîna 2 saetan hat dîtin û ji bo karûbarên otopsiyê birin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.