DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir 2023-07-08 16:37:03     AMED - DFG’ê ji bo 15 jê girtî 18 rojnamegerên ku wê di 11’ê tîrmehê de cara yekem derkevin pêşberî dadger, banga piştevaniya danişînê kir.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) banga beşdariya danişînê ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamevanên ku bên darizandin kir. Danişîna yekem dê piştî 13 mehan were lidarxistin. DFG'ê ji bo danişîna ewil ku dê di 11’ê tîrmehê saet di 09.30’an de li Edliyeya Amedê bê lidarxistin, banga piştevaniyê kir.    DFG li ser hesabê xwe ya medya dîjîtal peyameke kurdî û tirkî parve kir û wiha got: “15 rojnameger dê di danişîna ewil a li dijî îdianameyê de parastina xwe bikin, hemû jî li ser xebatên rojnamegeriyê ne. Em ê jî ji bo parastina rojnamegeriyê û piştgiriya hevalên xwe li wir bin.”