Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê 2023-07-08 10:09:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokên ku Suleymanciyan ji Amazonan anîbûn û di wargehên cemaetan de bicih kiribûn, piştî ku bû rojev, vegerandin welatê wan Brezîlyayê.    Li gorî agahiyên nûçeya Arti Gerçekê terîqeta Suleymanciyan şeş zarokên taxên xizan ên li Brezîlyayê 2 salan di perwerdeya olî de derbas kiribûn û piştre wan zarokan li Tirkiyeyê di wargehên cemaetan de bicih kiribûn. Zarok piştî ku bûn rojev duh şev wan şandin Brezîlyayê.    SULEYMANCIYAN ZAROKAN JI AMAZONÊ ANÎN TIRKIYEYÊ   Li gorî agahiyên nûçeyê cemaeta Suleymanciyan şeş zarokên temenê wan di nava 13 û 17 saliyê de digûherin bi destê koma girêdayî Abdulkerim Tokdemîr sala par di bin navê “vîzeya perwerdeyê” de anîn Tirkiyeyê. Ji zarokan duduyan li Kutahyayê çaran jî li Tarsûsê di wargehên Suleymanciyan de bicih kirin.    ÎNTERPOL Û PARLAMENTO KETIN DEWRÊ   Piştî ku zarokên ji amazonan anîbûn Tirkiyeyê kete rojevê polîsê herêmê û Înterpolê lêpirsîneke berfireh da destpêkirin. Hat diyarkirin ku şandeyeke Parlamentoya Brezîlyayê ji bo cihê zarok lê tên girtin bibînin dê bihatana Tirkiyeyê.    TIRSÊ ZAROKAN DA ŞANDIN   Li gel ku Înterpolê mijarê xiste rojeva xwe û wek "bazirganiya mirovan a navneteweyî" nirxand, tirs kete dilê Cemaeta Suleymanciyan. Terîqetê her şeş zarokên bi "vizeya" Sefîrtiya Brezîlyayê ya Komara Tirkiyeyê anîbûn Tirkiyeyê, bi biryareke lezgîn şande welatê wan.