13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin 2023-07-08 09:49:59 WAN - Li Wanê projeya “rêya hawirdorê” ku her sal bi merasîman çêkirina wê tê destpêkirin, 13 sal in neqediyaye. Bi projeye dest danîn ser erdên gelek kesan.    Projeya "Rêya Hawirdora Wanê" ya ku ji sala 2010'an û vir ve gelek caran li Wanê ji aliyê hikûmetê ve bi merasîma çêkirina wê dest pê kiriye û hatiye vekirin, lê tevî 13 sal derbas bûn jî hê neqediyaye. Ji rêya 61 kîlometreyî ya ku ji navçeya Artemêtê ya Wanê dest pê dike û ji rojhilatê bajêr ve bi rêya Erdîşê ve girê dide, tenê 20 kîlometre qediya. Tevî ku 13 sal derbas bûne jî 41 kîlometre rê hîna neqediyaye.     Herî dawî di 11ê hezîrana 2022’yan de bi hezaran kes ji ber projeya rê ya ku ji aliyê Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ve bi rêya vîdeokonferansê hatibû destpêkirin, mexdûr bûn. Di çarçoveya çêkirina rê de, bi xala 18'an a Qanûna Îmarê, bêyî destûra xwediyên wan erdên dikevin ber rê, erdên wan hatin desteserkirin û bêyî destûra wan rê di nav erdên wan de hat derbaskirin.    Di çarçoveya projeye de bi xala 18’an herî kêm 6 hezar kes hatin mexdûrkirin. Bi vê projeye re xwediyên erdan nedikarin erdên xwe bifiroşin ne jî dikarin li ser parselên wan ku ketine ber rê xanî çêkin. Heta niha dozên ku hatine vekirin jî bêencam man.    WÊ JI NÛ VE ERDÊ XWE BIKIRE!    Ji mexdûrên projeya rê Bahattîn Durur diyar kir ku di nava erdê wî yê 500 metrekare de rê derbas dibe û ji ber heqê erdê wî nehatiye dayîn wî kirine şirîkê erdên gelek kesan. Duru anî ziman ku ji 500 metrekare 200 metrekare erdê wî maye û ji ber xala 18’an gelek kesan kirine şirîkê erdê wî. Durur got ew hatine mexdûrkirin û got: “Erd ê min e lê gelek kes kirine şirîk. Dixwazin ez erdê xwe ji wan şirîkan bikirim. Erdê ku min berê kiriye, ez dîsa rabim çawa bikirim. Erdê ku min berê kiriye ez çawa rabim carek din bikirim?”   4 KESAN KIRINE ŞIRÎKÊ ERD    Erol Umur jî anî ziman ku di çarçoveya sepandina xala 18’an a Qanûna Îmarê de gelek xwediyên erdan kirine şirîkên hev û 4 kesan kirine şirîkê erdê wî yê 400 metrekare. Umur got tu rêyek wî serî lê nedaye nemaye û dîsa jî nikare tapûyê erdê xwe bigire û xwest rayedar demildest çareseriyek ji bo vê yekê bibînin.    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E’    Yek ji mexdûran Arîf Koçyîgît jî da zanîn ku li gundê Xorkum ê bi ser navçeya Artemêtê ve hemû erd tevlihev hatine kirin û 3 hezar metrekare erdê wî kirine aydî hinek kesên din û wî jî kirine şirîkê erdek din. Koçyîgît destnîşan kir ku berpirsiyarê vê tevliheviyê dewlet e û heke wisa dewam bike wê berê xelkê li ser erdan bikev hev û sedemê vê jî dewlet e.    ‘ERDÊ MIN DIFIROŞIN MIN’    Mexdûrek din ê projeyê Sînan Şahîn jî anî ziman ku 500 metrekare erdê wî heye û 100 metrekare xistine ber para rê, 20 metrekare ji bo rê girtine û 80 metrekareyê maye jî paşve difiroşin wî. Şahîn diyar kir ku hewl tê dayîn ku erdê wî yê tapûkirî carek din bifiroşin wî û rê di nava erdê kê re derbas kiribin ew hatiye mexdûrkirin.