Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin 2023-07-08 09:02:29   AMED - Parêzerê 15 rojnamevanên ku 13 meh in ji ber rojnamegeriya xwe girtî ne, wiha bang kir: "Divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin, di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."   Danişîna doza 15 rojnamevanên kurd ku di 16'ê hezîrana 2022'yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn girtin, dê di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.    Danişîna ewil  a doza 15 jê girtî 17 rojnamevanên ku di 8'ê hezîrana 2022'yan de hatibûn binçavkirin û di 16'ê hezîranê de ji ber rojnamevaniya xwe hatibûn girtin, dê di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Der barê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karê Nivîsan Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn de piştî 10 mehan di 12'ê adarê de îdianame hatibû amadekirin. Rojnamevan dê piştî 13 mehan cara ewil derkevin pêşberî dadger.    Parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr ji bo beşdariya li danişîna ku dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin, bang kir.    Temûr bibîr xist ku zextên li ser rojnamevanan û lêpirsînên der barê wan de dirêj didomin û got ku di vê pêvajoyê de ceza li gelek rojnamevanan hatiye birîn. Temûr ragihand ku di dema binçavkirin û girtina rojnamevanan de gelek bêhiqûqîtî rû dane û got ku şîrketên ku rojnamevan lê dixebitin demeke dirêj ketine ber lêgerînê û biryara girtina rojnamevanan teblîxî tu parêzeran nehaiye kirin û pêvajoyên îtirazkirinê hatine xitimandin.    SEDEMA GIRTINÊ: ROJNAMEVANÎ YE   Temûr diyar kir ku sedeme destpêkirina dosyeyê hin naverokên bernameyên ji bo Medya TV û Stêrk TV'yê ne û got: "Rojnamevanan li vir bi navê xwe bername pêşkeş kirine û ev bername jî bi awayekî eşkere ne. Lê wekî ku karekî derqanûnî kiribin hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Bernaeyên ku çêkirine, mijarên bernameyan, zimanê wan wekî sûc hatine hesibandin. Nirxandinên wan ên xweser ên di çarçoveya kar û barên rojnamevaniyê de kirin sedema girtinê."    'ŞAHIDÊ VEŞARÎ'   Temûr bilêv kir ku ji bo girtina rojnamevanan bê domandin paşê bi beyanên şahidê veşarî delîl hatine çêkirin û got ku sedema vê yekê jî ew e ku di dosyeyê de têra xw delîl tune ne. Temûr diyar kir ku piştî rojnamevan hatine girtin bi 6 mehan, yanî di 31'ê kanûna 2022'yan de îfadeya şahidê veşarî hatiye girtin û got ku fatûreyên şîrketên produksiyonan ên beranberî karê ku kirine birîne jî, bi beyanên şahidê veşarî hatine krîmînalîzekirin.    Temûr bibîr xist ku îfadeya şahidê veşarî jî di demeke ku dozger li betlaneyê bûye hatiye girtin û got: "Wer xuya ye li gor fermana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, dozger dawiya hefteyekê hatiye û îfadeya şahidê veşarî girtiye û wê li hemberî rojnamevan û siyasetmedarên girtî veguherandiye girtenameyekê. Bi vê serî li AYM'ê (Dadgeha Destûra Bingehîn) hatiye dayîn. Piştî vê serlêdanê biryar tê dayîn ku alîkariya aborî ya ji bo HDP'ê bê betalkirin."    DERENGXISTINA DOSYEYÊ   Temûr ku got "Me dît ku dozgerê lêpirsînê rasterast katîbiya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kiriye" wiha pê de çû: "AYM, tevî van zextan jî ji ber qelsbûna delîlan dest ji biryara xwe ya der barê alîkariya xezîneyê ya HDP'ê berdide. Me jî serî li AYM'ê da ku girtina rojnamevanan ne hiqûqî ye. Me di serlêdanê de hin belge pêşkeş kirin. Wer xuya ye di çaçroveya van belgeyan de qenaeta ku kar û barên ku rojnamevanan kiriye ne sûc in. Yanî ev, tenê bi delîlên di dosyeya rojnamevanan de nehatiye kirin. Ji bo ku ev yek dernekeve holê, rojnamevanan dîl girtin. Piştî 31'ê Kanûnê tu rewşeke cidî di vê dosyeyê de tune ye. Dozger, sirf ji bo ku agahiyên di dosyeyê de dernekevin holê û beşa têkildarî HDP'ê neyê nîqaşkirin dosyeyê bi derengî xist."    ZEXTÊN DARAZÊ   Temûr di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku zextên li hemberî çapemeniya kurdan her tim hebûn û bi awayekî plankirî, domandî bi tacizên darazê tên kirin û wiha got: "Gava em li naveroka dosyeyan mêze dikin, em bi rihetî dibînin ku ji bo tepisandina çapemeniyê tacizên sîstematîk ên darazê hene. Gava pêvajo zehmet be girtin hêsantir e û carinan jî vê yekê bi lêpirsîn û dozan didomîne."    Temûr destnîşan kir ku 13 meh in destûr nehatiye dayin ku rojnamevan derkevin pêşberî dadger û parastina xwe bikin û got ku ev pêvajo bi temamî pêvajoyeke cezakirinê ye.    ‘DIVÊ HEMÛ KESÊN DENGÊ WAN TÊ TEPISANDIN LI DANIŞÎNÊ BIN'   Temûr anî ziman ku danişîna dê di 11'ê tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin, dê danişîna ku pratîka rojnamevaniyê tê darizandin be û got: "Doza 11'ê tîrmehê bi qasî ku rojnamevanên kurd eleqedar dike, ew qasî jî rojnamevanên muxalif eleqedar dike. Tenê ne rojnamevanan, saziyên rojnamegeriyê jî eleqedar dike. Çapemeniya kurdan li Tirkiyeyê mitbexa bingehîn a çapemeniyê ye. Mijar û naverokên wê tim di rojevê de ne. Mijarên ku çapemeneiya berbelav wan paşguh dike, mirov wan di çapemeniay kurdan de dibîne. Sedemeke bingehîn a draizandinan jî ev e. Tepisandina çapemeniyê çi be, ya muxalefetê jî ew e. Lewma divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."   MA / Mujdat Can