ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-08 09:00:00     * Parêzerê 15 rojnamevanên kurd ku 13 meh in ji ber rojnamegeriya xwe girtî ne, wiha bang kir: "Divê hemû kesên dengê wan tê tepisandin di 11'ê tîrmehê de li cem çapemeniya kurdan bin."   * Li Wanê pale dest bi dirûtina giya kirin. Paleyan anî ziman ku di nava salê de ji bêgavî giya dikirin û gotin ku ji ber bihabûnê nikarin sewalvaniyê bikin.   * Li Cizîrê palmiyeyên ku qeyûm ew li parkan danîn û 637 hezar TL ji bo wan xerc kir, hişk bûn.   * Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê amûrên ku ji bo parkan stendine li parkan bi cih nekirine û yên hatine bicihkirin jî netemam in. Ji bo lêpirsînê jî serî li dozgeriyê hatiye dayîn, lê ji ber ku walîtiyê destûra lêpirsînê nedaye, dosye hatiye girtin.     * Li Wanê projeya “rêya hawirdorê” ku her sal bi merasîman çêkirina wê tê destpêkirin, 13 sal in neqediyaye. Bi projeye dest danîn ser erdên gelek kesan.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 838'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û ÎHD'ê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Amed, Êlih û Îzmîrê berdewam bikin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe di hefteya 954'emîn de berdewam bike. (12.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê serdana Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ku polîsan avêtibû ser bike. (13.00)    * Şaxên ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 588'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê dê çalakiya ji bo girtiyên nexweş berdewam bikin. (13.30)    * HDP û û Partiya Çepên Kesk dê li avahiyên rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Umraniye û Sultanbeylî yên Stenbolê civînên gel li dar bixe. (14.00)