Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin 2023-07-07 16:21:14   AGIRÎ - Piştî ku hevşaredarên Panosê Emrah Kiliç û Mûşerref Geçer hatin girtin, meclisa şaredariyê ji bo hilbijartinê kom bû û endamê Meclisê yê HDP’î Şahîn Savci wek hevşaredar hilbijart.    Piştî ku Hevşaredarên Şaredariya Panosa Agiriyê Emrah Kiliç û Mûşerref Geçer di 12’ê hezîranê de hatin girtin, meclisa şaredariyê kom bû û hevşaredarê nû hilbijart. 18 endamên meclisê tev li civîna meclisa şaredariyê ya meha tîrmehê bûn. Di encama civînê de endamê Meclisê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şahîn Savci 14 deng wergirt, endamê AKP Çetîk Taşdemîr 4 jî deng girt.    Piştî dengdanê ji bo hevşaredariyê endamê HDP’î Şahîn Savci hate hilbijartin.