Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin 2023-07-07 13:51:32 STENBOL - Kesên di bîranîna Komkujiya Madimakê de hatin binçavkirin diyar kirin ku destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin, rastî tundiya fîzîkî hatin, lêgerîna tazî û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin.    Pêkhateyên Komîteya Amadekar a Sarigaziyê têkildarî kesên di bîranîna Komkujiya Madimakê de hatin binçavkirin û lêgerîna tazî û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em têkoşîna li dijî zext, kedxwarî û îşkenceyê mezin dikin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Sekretea Şaxa ÎHD’a Stenbolê û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn.    ‘ÎŞKENCEYÊN DERMIROVÎ HATIN KIRIN’   Li ser navê komîteyê Devrîm Edepalî daxuyanî xwend. Edepalî, got ku îktîdara AKP’ê xwe bi rêya zext û zordestiyê li ser pêyan digire û wiha domand: “Êrişên îktîdarê didomin. Di dema bîranîna Madimakê de polîsan êriş kirin. Sedema vê jî weke wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya nîşan dan. Bi bombeyên gazê û mertalan êriş kirin. Yek jê rojnameger bi giştî 6 kes hatin binçavkirin. Li dijî welatiyên pîr ên ji bombeyên gazê bibandor bûn û jinên li erdê dihatin kaşkirin, bênavber êrişên hovane kirin. Îşkenceya polîsan a li dijî hevalên me li qereqolê jî berdewam kir. Hevalên me li Qereqola Sarigaziyê ji pişt ve hatin kelemçekirin, berê wan da dîwar, lêgerîna tazî lê ferz kirin, tundiya psîkolojîk lê kirin û êrişên ku rûmeta mirovan binpê dike pêk anîn.”    ‘EM Ê GILIYÊ WAN BIKIN’   Yek ji binçavkiriyan jî Esra Bîlîcî bû ku rastî êrişa fîzîkî û lêgerîna tazî hat. Bîlîcî, wiha got: “Ev tundî hem li qereqolê û hem jî li nexweşxaneyê domiya. Polîsan got ku dixwazin lêgerîna tazî bikin û heke ez destûrê nedim jî dê bi darê zorê bikin. Min jî got ku ez vê qebûl nakim. Lewma dîsa îşkence li min kirin. Bi rastî jî tiştên di dema binçavkirinê de bi serê me anîn, tiştên pir paşverû bûn. Em van qebûl nakin. Em ê giliyê van memûrên îşkence li me kirin bikin.”    SÎXÛRTÎ LÊ FERZ KIRIN   Diyar Sarikuş jî got ku polîsan sîxûrtî li wî ferz kirine û wiha domand: “Em ê li hemberî tu zextan serî netewînin. Dema li taxê digerim, bêyî ku sedemek hebe li min digerin û dibêjin; ‘were em bi te re hevdîtinê bikin. Em têkiliyeke dostane çêbikin û were serdana qereqolê.’ Xwestin bi vî awayî pêywendiyan bi min re pêş bixin.”   Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî jî got ku hewceye li dijî hewldana tecrîdakirina tevahiya civakê, têkoşîneke mezin û hevpar were dayîn.