Cenazeyê Karataş hate definkirin 2023-07-07 13:25:36 MÊRDÎN - Endamê HPG’ê Kahraman Karataş ku di encama pevçûneke li Bestayê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin.    Artêşa tirk di 2’yê tîrmehê de li herêma Bestayê ku di navbera navenda Şirnex û navçeya Perwarî ya Sêrtê de dimîne, operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Di 5’ê tîrmehê de li herêmê pevçûnek derket û 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’ê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku ji cenazeyan yek jê yê Kahraman Karataş (Bengîn Barmanî) e. Li ser vê yekê malbatê xwîn da û piştî ku xwînan hev girtî, cenaze hate teslîmkirin.    Li gorî agahiyan; malbatê duh di saetên şevê de cenaze ji morgê teslîm girt û birin gundê Barman ê Stewra Mêrdînê. Malbat, di derengiya şevê de gihişt gund û piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Karataş defin kir.    Malbatê li mala xwe ji bo Karataş şîn danî.