Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin 2023-07-07 09:45:53 STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê ji bo danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî ku di 11'e tîrmehê de bê lidarxistin banga piştevaniyê kirin û xwestin civak xwedî li mafê xwe yê wergertina nûçeyan derkeve.    Danişîna ewil a 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd dê di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin û ji rojnamevanan re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.    Hevdîrekotrê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok û Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan, Çapxaneyê (Basin-Îş) ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Eren derbarê danişîna rojnamevanan de ku wê di 11’ê tîrmehê de bê lidarxistin axivîn û ji bo danişînê banga piştevaniyê kirin.    200 ROJNAMEVAN TÊN DARIZANDIN    Farûk Eren diyar kir ku îktidar nûçeyek wê aciz dike wek gefan dibîne û ji ber vê acizbûnê jî rojnamevanên kurd ji salekî zêdetir e girtî ne. Eren anî ziman ku niha li Tirkiyeyê 200 rojnamevan ji ber nûçeyan tên darizandin. Eren da zanîn ku îktidar naxwaze civak heqîqetê hîn bîbe û got: “Îktidar tenê dixwaze tiştên ku ew dibêje were bihîstin. Her roj nûçeyan asteng dikin û doz li rojnamevanan vedikin. Bi binçavkirin, zext û girtina li ser rojnamevanên kurd jî dixwazin civakê bênûçe bihêlin. Naxwazin tiştên li Kurdistanê diqewimin were bihîstin.”    ‘EM XWEDÎ LI ROJNAMEVANÊN GEL DERBIKEVIN’    Eren anî ziman ku divê hemû saziyên pîşeyî bi taybetî jî rêxistinên rojnamevaniyê di vê pêvajoyê de bi rojnamevanên girtî re bibin yek û got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka rojnamevaniyê ye. Ji ber ku em behsa nûçe, rastî û heqîqetê bi xwe dikin, hemû civakê eleqedar dike. Em her tim behsa mafê nûçe wergirtina gel dikin, yê ku mafê agahî ango nûçe wergirtinê gel misoger dike ne rojnamevan e, gel bi xwe ye. Lewma divê gel mafê xwe yê wergirtina agahiyan û rojnamevanên xwe biparêze.”   ‘MAFÊ PARASTINÊ JI DESTÊ WAN DIGIRE’   Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî diyar kir ku her çend salek zêde ye rojnamevan di girtîgehê de ne jî heta niha danişîna wan nehatiye kirin û ev polîtîkaya bi zanebûn a hikûmetê ye. Ok diyar kir ku hikûmet bi vê rêbazê dixwaze mafê parastinê yê rojnamevanan ji destê wan bigire û wiha got: “Em niha behsa rojnamevanên ku ev salek e derneketin pêşberî dadger û derfeta parastinê ji wan re nehatiye dayîn, dikin. Ev bi awayekî eşkere celebek cezayê ye. Dema ku doz dest pê kir, parêzer û rojnamevan jî dê sûcên di wê îdianameyê de pûç bikin. Ew ê eşkere bikin ku tu sûcdarkirin ne qanûnî ye. Ji ber ku daraz û dewlet vê yekê baş dizanin, mixabin gelek dereng dereng dixe û dibe sedem ku rojnamevan bi salan bê bingehek qanûnî di girtîgehê de bin. Ev jî rêbazeke tolhildan û cezakirinê ye.”   ROJNAMEVANÊN KURD DIBIN HEDEF    Ok anî ziman ku gelek sedemên zext û girtina rojnamevanên ku di çapemeniya kurd de dixebitin hene û destnîşan kir ku sedema bingehîn xitimandina pirsgirêka kurd e. Ok diyar kir ku di heyamên ku pirsgirêka kurd dixetime de hedefa ewil a dewletê dibe rojnamevanên kurd.    BANGA MEZINKIRINA HEVGIRTINÊ    Ok anî ziman ku li dijî girtinan di nava civakê de hesta hevgirtinê heye û destnîşan kir ku divê ev rewşa hevgirtinê bê mezinkirin û berdewamkirin. Ok bang li hemû saziyên civakî kir ku di danişîna 11'ê tîrmehê ya rojnamevanên girtî de bên edliyeyê û beşdarî danişînê bibin û got: "Tevlîbûna van rêxistinan a danişîna ku dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin, gelekî girîng e. Ji ber ku dadger li dadgehê ye. Divê zanibe û hîs bike ku hevalên me yên rojnamevan ne bi tenê ne."   MA / Îbrahîm Irmak