Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê 2023-07-07 09:03:47 AMED - Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku girtina rojnamevanan veguheriye cezakirinê û got ku ew ê danişîna dozê ya di 11'ê tîrmehê de bişopînin.    Danişîna ewil a 15 jê girtî 18 rojnamevanan dê di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Tê payin ku gelek rêxistinên rojnamevanan û rêxistinên hiqqê û civaka sivîk jî danişîna rojnamevanan bişopînin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, girtina rojnamevanan nirxand.   ‘VEGUHERÎ CEZAKIRINÊ'   Ozdemîr destnîşan kir ku rojnamevan her tim ji be rkarên xwe dibin hedefa darazê û got ku bi pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê tîrmehê zextên li ser rojnamevanan zêdetir bûne. Ozdemîr anî ziman ku rojnamevan bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û got: "Demeke dirêj tên girtin. Ev yek veguheriya biryarên cezakirinê."    PRATÎKA DARAZÊ YA DIJHIQÛQÎ   Ozdemîr bal kişand ser rêgeza "pêşbînîkirinê" ya hiqûqê û got: "Divê çalakiyeke li gor pênasekirina sûc, ji aliyê kesên sêyem ve bê dîtin. Lê li Tirkiyeyê di çaçroveya sûcê 'endamtiya dijqanûnî' de mirov tên darizandin. Ev jî nîşan dide ku ya tê kirin ne li gor rêgeza pêşbînîkirinê ye."    Ozdemîr bilêv kir ku rojnmaevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi sûcdarkirina "endamtiya rêxistina dijqanûnî" re rû bi rû dimînin, tên girtin û cezakirin. Ozdemîr ku got "Li Kurdistanê îcrakirina xebatên pîşeyî yên rojnamevanan di nava pençên darazê de ne" û got: "Em di girtina rojnamevanan de ku ji 16'ê Hezîranê ve girtî ne, dibînin ku nepeniya lêpirsînê hatiye binpêkirin, karîneya bêrîkirinê tune hat ehsibandin, pêvajoyeke darizandinê ya neadil hat meşandin. Di îdianameyê de ka rû barên rojnamevaniyê yên rojnamevanan ku ne sûc in, wekî sûc hatine hesibandin."    Ozdemîr destnîşan kir ku ew di îdianameya rojnamevanên girtî de dibînin ku azadiya kesan û ewlehiya wan hatiye binpêkirin. Ozdemîr bilêv kir ku "polîtîkaya tepisandinê" ya detshilatê jî sîrayetî darazê jî kiriye û got: "Daraz, peywira tepisandina kesên muxalifî desthilatê ne wergirtiye."   'EM PÊVAJOYÊ DIŞOPÎNIN'   Ozdemîr destnîşan kir ku divê kar û barên rojnamevaniyê di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de bên hsibandin, lê mixabin ev yek li Tirkiyeyê berevajî ye. Ozdemîr diyar kir ku ew wekî Baroya Amedê pêvajoya lêpirsîna rojnamevanên girtî dişopînin û got ku ji bo azadiya fikr û ramanê ew ê danişîna dozê ya di 11'ê Tîrmehê de bişopînin.    ÇI BÛBÛ?   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, di 8'ê hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Unur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê hezîrana 2022'yan de hatin girtin. Paşê dosyeya Safiye Alagaşê ji ya dozê hatibû veqetandin û Alagaş di 15'ê hezîrana 2023'yan de hatibû berdan.    MA / Mujdat Can