ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-07 09:00:04     *Li Rihayê esnafên dan û standina wan li ser dolar e bi lêv kirin bihabûna dolar bandoreke neyinî li wan dike û gotin ku her tişt ji sedî 300 zêde bûye.    *Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di 2 salên dawî de berdana 14 jinan hatiye girtin. Herî dawî berdana girtî Necla Yildizê bi hinceta biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 3 mehan hat taloqkirin.    *Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin û ji bo hedefgirtina jinên pêşeng jî wiha got: "Cihê jinên hatine qetilkirin, ji aliyê peyrewên wan ve hatiye dagirtin û ev têkoşîn her domandiye."    *Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku girtina rojnamevanan veguheriye cezakirinê û got ku ew ê danişîna dozê ya di 11'ê tîrmehê de bişopînin.    * Doç. Dr. Selîm Eskîîzmîrlîler ji bo protestoyên li Fransayê ku piştî Nahelê bi eslê xwe ji Cezayîrê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin dest pê kiribûn, diyar kir ku "serîhildana zarokên esmer" e û got ku ev serîhildan encama krîza pergalê ye.   * Li Botanê çanda dirûna genim bi salane tevî pêşketina amûrên teknolojiyê jî bi ruhê zibaretiyê didome. Ev çanda kevnare tevî hewa germ jî ji aliyên xelkê herêmê ve li ber kilam û awazên Botanê didome.    * Ozan Alpkaya ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de ye, ragihand ku 17 pirtûkên kurdî nedane wî û piştî biryara redkirinê ya AYM'ê serî li DMME'yê daye.   * Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê ji bo danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî ku di 11'e tîrmehê de bê lidarxistin banga piştevaniyê kirin û xwestin civak xwedî li mafê xwe yê nûçegirtinê derkeve.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 837’an de didome.    * Danişîna doza têkildarî 46 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin dê li 21’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)   * Komîteya Amadekar a Sarigaziyê dê têkildarî binpêkirinên li dijî kesên di dema bîranîna Komkujiya Madimakê de hatin binçavkirin li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide. (11.00)   * ÎHD dê li gelek bajaran çalakiya Nobeta Aştiyê li dar bixe. (12.00-18.00)    * OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER dê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li Amedê li avahiya baroyê daxuyaniyê bide. (13.30)