HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da 2023-07-06 16:05:01   STENBOL - Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû bertek nîşanî serdegirtina polîsan a li avahiya HDP’a Esenyurtê da û wiha got: “Hûn naxwazin HDP di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bihêz be. Ev jî amadekariya wê ne.”    Polîsan di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyurt a Stenbolê de girtibûn. Rêxistina HDP’a Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP’a Esenyurtê hate dayîn. Rêveberên partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em vê serdegirtina derhiqûqî û keyfî red dikin û dê serlêdana sûc bikin.”    Encu, bi domdarî anî ziman ku her roj bi derhiqûqtiyan re rû bi rû dimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em nizanin bê ka li avahiya navçeyê çi hatiye bicihkirin. Bi vî awayî ketina avahiya partiyeke siyasî sûc e. Îktîdara AKP’ê dibêje qey dê bi gelê kurd, şoreşger û demokratan paşvegav bide avêtin. Hûn nikarin me krîmînalîze bikin. Hûn dixwazin pêşî li hilbijartinên rêveberiyên herêmî bigirin. Hûn naxwazin HDP di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bihêz be. Ev jî amadekariya wê ye. Lê em vê bi eşkereyî bibêjin ku dê bi we bidin windakirin. Li vî welatî kî bi demokrasiyê re be ew dê bi ser kevin.”