Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek 2023-07-06 15:57:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ji bo komxebata têkildarî 100’emîn salvegera Lozanê hat lidarxisti peyamek şand. Ebdî, wiha got: “Em berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin, hêzên xwe bikin yek û bila gotina me yek be.”    Bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebateke navneteweyî hate lidarxistin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî ji bo komxebatê peyameke bidîmen şand. Ebdî, diyar kir ku polîtîkaya înkarê ku bi Peymana Lozanê re dest pê kir, bêencam maye û wiha got: “Gelê kurd di roja heyî de xwedî wan derfetane ku li Rojhilata Navîn hebûna xwe bide qebûlkirin û cihê xwe yê di nexşeyê de bigire. Gelê kurd bi saya fedakarî û bedelên dayîn gelek destkeftî bi dest xistin. Gelê kurd li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ji bo mafên xwe têdikoşe.”    ‘EM JI BO ÇARESERÎ Û YEKITIYÊ AMADE NE’    Ebdî banga parastina destkeftiyan kir û têkildarî gelê kurd û hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê wiha got: “Divê em rêbazên parastina destkeftiyên xwe pêş bixin. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat destkeftiyên mezin hene. Divê ev destkeftî werin parastin. Em berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin, hêz û gotinên xwe bikin yek. Divê bêyî ku em pêşemercan ferz bikin, destê xwe sivik bigirin û vê pêvajoyê binirxînin.”    Di dawiya axaftina xwe de jî Mazlum Ebdî got ku HSD ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û yekitiyê amade ye.