Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin 2023-07-06 11:27:29 STENBOL -  Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’a Esenyurtê de girtin. HDP'a Stenbolê diyar kir ên ku fermana serdegirtinê dane sûc kirine û ew ê gilî bikin. Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Esenyurt a Stenbolê de girtin. Rêveberê HDP’ê ku di saetên serê sibehê de çûn avahiya partiyê, dîtin ku polîsan bi ser avahiya wan de girtine û polîsan ji bo lêgerînê tu sedem nîşan nedan.   Polîsan, deriyên avahiya partiyê şikandin û wisa ketin hundir. Hat zanîn ku gelek wêneyên li avahiya partiyê hatine desteserkirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan desteser kirin. Wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kurkut qelaştin û avêtin erdê. Hat dîtin ku polîsan alavên di avahiyê de serûbin kirine. Polîs piştî lêgerînê ji avahiya partiyê derketin e.    HDP DÊ GILIYÊ SERDEGIRTINÊ BIKE    Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî serdegirtinê da û wiha got: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê kirinên xwe yên îllegal didomîne. Bi tu awayî agahî nedane me. Polîsan serê sibehê bi ser avahiya partiya me ya navçeya Esenyurtê ve girtin e. Polîs û yên ferman dane wan bi hev re sûc kirin e." HDP dê bi rêya parêzeran giliyê serdegirtinê bikin.