Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im 2023-07-06 11:25:17   ÎZMÎR - Nebî Yavuz ku piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan, wiha got: “Tişta li girtîgehê em li ser pêyan girtî, hêvî û bawerî bû. Di têkoşînê de ez şanaz û serbilind im.”    Nebî Yavuz, piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra ya Samsunê hate berdan. Yavuz, duh di saetên êvarê de ji girtîgehê derket û îro jî hate Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê ku malbata wî li wir dijî. Yavuz, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konakê bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Li gel malbata wî, her wiha Yavuz ji hêla Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek şêniyên taxê ve hate pêşwazîkirin.    'BAWERÎ MIROV LI SER PÊYAN DIGIRE’   Yavuz, bi stranên kurdî hate pêşwazîkirin û piştre jî axaftineke kin kir. Yavuz, wiha got: “Têkoşîna me ya zêdetirî 50 salan ji hêla bi dehhezaran mirovan ve tê domandin. Têkoşîna me bi saya ked û berxwedana gel didome. Tişta ku li girtîgehê em li ser pêyan girtin jî hêvî û bawerî bû. Vê, hêz da me. Di têkoşînê de ez şanaz û serbilind im. Serkeftin dê ya me be.”    Piştre jî Yavuz û kesên ew pêşwazî kirin bi meşê çûn mala malbata Yavuz.    30 SAL Û 6 MEHAN GIRTÎ MA    Yavuz, di sala 1993’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate darizandin. Cezayê muebbetê li Yavuz hate birîn. Yavuz, di 30 sal û 6 mehan de li girtîgehên Amed, Edene, Mêrdîn, Vezîrkopru û Bafra yên Samsunê ma. Diviyabû Yavuz 6 meh berê bihata tehliyekirin lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya Yavuz ji bo 6 mehan taloq kiribû.