Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir 2023-07-06 09:02:03 ENQERE - Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ji bo danişîna doza rojnamevanan ku dê di 11'ê tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin, bang kir.   Danişîna doza 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kesên ku di 8'ê hezîrana 2022'yan di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn girtin û 16 jê di 16'ê hezîranê de hatibûn girtin, dê di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.    Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Unur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn hatibûn girtin.    Hevserok DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di 3'yê gulanê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû girtin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo danişîna doza rojnamevanan bi sernavê "Banga Parastina Rojnamevaniyê" nameyek şand.    Muftuoglû di nameya xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê her diçe azadiya fikr û ramanê xirabtir dibe û wiha got: "Cezayê li saziyên çapemeniyê tên birîn û sansur, kirine ku rojnamevan nikaribin bixebitin. Li gor daneyên rêxistinên rojnamevaniyê tenê di hefteya ewil a hezîranê de bi hezaran nûçe hatine astengkirin. 'Qanûna Sansurê' ku par ji aliyê detshilatê ve li Meclisê hat qebûlkirin, rewşa heyî xirabtir kiriye. A rast, ji bo pêkanînên deshilatê kirasek hatiye fesilandin. Hemû gavên detshilatê yên bi destê darazê û polîsan derbên mezin ên li rojnamevaniyê ne."    Bi domdarî Muftuoglû anî ziman ku li gor daneyên mehane yên DFG'ê hejmara rojnamevanên girtî zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2022'yan de, di meha hezîranê de 20 hevalên me hatin binçavkirin. Ji wan 16 kes hatin girtin. Ji ber ku dosyeya edîtora Jinnewsê Safiye Alagaşê hat veqetandin, Alagaş di danişîna ewil de hate berdan. Lê dê danişîna 15 jê girtî 18 hevpîşeyên me di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin. Di vê danişînê de dê feraseta ku dixwaze rojnamevaniyê bidarizîne, bê darizandin."    Muftuoglû, axaftina xwe wiha domand: "Em di 11'ê tîrmehê de li ber Edliyeya Amedê bi yekdengî bibêjin 'Azadî ji bo rojanmevanan û rojnamevaniyê.' Yên tên darizandin tenê ne 18 hevalên me ne, pîşeya rojnamevaniyê ye."    Muftuoglû ji bo beşdariya li danişîna rojnamevanan ev bang kir: "Em bi hev re rûmeta rojnamevaniyê biparêzin."