Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin 2023-07-05 14:58:18 AMED - Di doza Tahîr Elçî de dadgehê daxwaza kifşa li cihê bûyerê û guhdarîkirina polîsên îstîxbaratê red kir.  Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Têkildarî kuştina Elçî doz hatiye vekirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.   Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji sûcê “kuştina bizanebûn û biqisûr” tên darizandin. Ev polîsên bersûc ji bajarên lê polîsiyê dikin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.   Malbata Elçî, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, CHP, Yekitiy Baroyên Tirkiyeyê, parêzerên baroyên Parîs, Rotterdam, Lion û endamên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê beşdarî danişînê bûn. Her wiha gelek parêzerên endamên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê jî danişînê şopandin.    Serokê dadgehê diyar kir ku hê jî Ûgûr Yakişir ku ji bûyerê bi cezayê meubeda girankirî negirtî tê darizandin nehatiye girtin. Her wiha dadgehê diyar kir ku hê jî rapora dîmenên Mardin Kapi Kebapevî ku kêliya bûyerê girtine ji TUBÎTAK’ê hê nehatiye.    LI ŞAHIDÊ BÛYERÊ HAT GUHDARÎKIRIN   Dadger ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend. Paşê jî li xwediyê Mardîn Kapi Kebapevî Cîhan Elhakan hat guhdarîkirin. Elhakan diyar kir ku kamerayên li kargeha wan hemûyan nava dikanê diditîn û kamerayên ku kuçeyê diditîn nebûn û kamerayên wan derveyî dikanê dibînin tune ne. Elhakan da zanîn ku dikana wan di 2012-2013’an hatiye vekirin û bi tu awayî kamera nehatine jêkirin.    Parêzeran têkildarî kuştina Elçî pirs ji Elhakan kirin. Elhakan anî ziman ku wî kêliya kuştina Elçî nedîtiye û wê kêliyê li mitbexê dixebitî.    Di berdewamiyê de parêzeran têkildarî hûrguliyên bûyerê pirsan ji Elhakan kirin û wî jî bersiv da.    Parêzeran parastin ango axaftinên xwe domandin. Parêzeran di danişînê de xwest ku li cihê bûyerê kifş were kirin û li polîsên endamên îstîxbaratê ne werin guhdarîkirin.   Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û daxwazên parêzeran  bên redkirin.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Dadgehê daxwazên parêzeran red kir. Dadgehê biryar da ku li benda rapora heyeta pispor a ku wê TUBÎTAK derbarê dîmenên kêliya bûyerê de amade bike were sekinandin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser polîsên bersûc berdewam bike. Dadgehê danişînek din a dozê taloqî 29’ê mijdarê kir.