Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan 2023-07-05 14:20:40 MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û şandeya pê re li Mêrdînê çûn serdana cotkaran, pirsgirêkên wan guhdarî kirin û gotin ku dê çareseriyê bi hev re peyda bikin û bi hev re têbikoşin.  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û şandeya pê re, li navçeya Qoser a Mêrdînê çûn serdana cotkaran û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Şande, li Navenda Dexl û Dan a Qoserê ji hêla Serokê Komeleya Zexîrevanan a Qoserê Şerîf Oter ve hate pêşwazîkirin.    ESNAF Û COTKARAN PIRSGIRÊKÊN XWE VEGOTIN   Esnaf û cotkaran qala pirsgirêkên xwe kirin û mexdûriyetên ji ber Ofîsa Mehsûlên Çandiniyê (TMO) dijîn anîn ziman. Esnaf û cotkaran dan zanîn ku nikarin ji TMO’yê randevuyê bigirin û bal kişandin ser bihayê giran ê gubre, derman, tovik û mazotê. Bi domdarî esnaf û cotkaran destnîşan kirin ku nikarin genimê xwe bifiroşin. Cotkaran, diyar kirin ku berhemên wan di destê wan de mane û gotin; “Cotkar mirine.” Esnafan jî destnîşan kirin ku ji ber nediyariya di piyasayê de, nikarin genim bikirin û nerazîbûnên xwe nîşan dan.   Aydenîz heta demekî bi cotkar û esnafan re sihbet kir. Aydenîz, got ku rêya çareserkirina pirsgirêkan têkoşîna hevpar e û da zanîn ku dê her tim pirsgirêkên cotkar û esnafan di rojevê de bihêlin.    Aydenîz piştre jî bi Serokê Komeleya Zexîrevanan re hevdîtin kir. Serokê komeleyê Oter, têkildarî pirsgirêkên cotkar û esnafan agahî da Aydenîz û şandeya pê re.    Şande, piştre jî derbasî Bazara Genim a Duyemîn. Li vir jî bi Serokê Komeleya Bazara Genim Amet Kiliç re hevdîtin kir. Piştre jî bi Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî re hevdîtin kir û têkildarî pirsgirêkên cotkaran axivî.