Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê 2023-07-05 09:02:40 WAN - Parka di qada berprisiyariyê ya Şaredariya Tûşbayê ya AKP'î de ye û li qeraxa Gola Wanê ye, ji ber bêxwedîtiyê veguheriye sergoyê.    "Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê" ku di sala 2018'an de li navçeya Tûşba ya Wanê di bin navê" Xizmeta mezin" de hat vekirin, niha ji ber bêxwedîtiyê veguheriye sergoyê. Park li ser 90 donimên bi bihayê 9 milyon TL'yî hatiye çêkirin. Li têketina wê maketa Pira Stenbolê hatiye çêkirin.   Çopên li nava parkê dîmeneke xirab dide der. Welatiyan bal kişandin ser çopên li nava parkê û bang li rayedaran kirin.    NAYÊ PAQIJKIRIN   Omer Şenguler ku got "qirêjiya li vir rezîltiya me ye" anî ziman ku ev dîmena parkê ji bo îmaja bajêr pir xirab e. Şenguler destnîşan kir ku şaredarî xwedî li parkê dernakeve û wiha got: "Ev der, wekî bihûştê ue. Li qeraxa avê ye, lê ji ber qirêjiyê mirov nikarin bên. Ez ji vir im, lê ez ji bo kar li Eskîşehîrê dimînim. Hûn li Eskîşehîrê parkên wiha nabînin. Gava tu diçî parkên wir tu rihet dibî. 10 roj in li vir im, min tu xebatkar li parkê nedîtine. Bajarê me di nava gemarê de maye."    Emîr Goruş jî diyar kir ku park ji roja ku hatiye çêkirin nayê kontrolkirin û wiha pê de çû: "Ev qirêjî 5-6 sal in heye. Heya niha kesî tiştek nekiriye. Ger şaredariyê ev der paqij bikira, dê ev qas çop çênebûna. Divê demildest ev der bê paqijkirin."    Goruş destnîşan kir ku ev yek hem ji bo şêniyên bajêr hem jî ji bo kesên ku ji bajarên cuda tên dîmeneke xirab dide der û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji ber vê nerihet in. Ji bajarên cuda mirov tên vir. Lê rastî vê dîmena qirêj tên. Em dixwazin ev de rpaqij bin. Lê mixabin li vê parkê tenê anonsa 'zarok winda bûye' heye. Wekî din tu tişt tune ye."   Alî Çalişkan jî bilêv kir ku şaredarî parkê bêxwedî hiştiye û axaftina xwe wiha qedand: "Perava me pir xweşik e lê park pir qirêjî ye. Li vir kontrolkirina û paqijî tune ye. Mirov bi malbatî tên vir, lê çopên xwe datînin û diçin. Şaredarî jî wan paqij nake. Rojekê jî li vir çavê min bi xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê neketiye."    MA / Omer Akin