'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî' 2023-07-05 09:02:30 STENBOL - Zana Farqînî diyar kir ku zextên sîstematîk ên li hemberî kurdî didomin û got ku ziman xizîneyek e, tu çi qas dereng bimînî tu yê ew qas tiştan winda bikî û îşaret bi xwedîderketina li ziman kir.  Zimanzan Zana Farqînî, têkildarî zextên li ser zimanê kurd nirxandin û îşaret bi girîngiya pêşxistina kurdî kir.    Farqînî anî ziman ku kurdî bi salan e rastî zextan tê. Farqînî bilêv kir ku hemû xebatên der barê kurdî de tên astengkirin û wiha got: "Dersên kurdî tên qedexekirin. Tu li dibistanan kurdî tecrîh dikî, lê rêveberên dibistanê bi hincetên cuda dibêjin 'hejmar nivîsî'. Bi hincetên wiha ders tên betalkirin."    Farqînî diyar kir ku kurd jî ji ber ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derdikevin rastî êrişan tên û girtina saziyên kurdan ên bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin girtin, bibîr xist. Farqînî destnîşan kir ku bi qedexeyên li ser kurdî re qedexeyên li ser kurdan jî zêde bûne û wiha domand: "Gava pirtûkeke kurdî bi kesekî re bibînin, gava bibînin kesek bi kurdî distrê yan jî gava kesek diçe nexweşxaneyê bi kurdî diaxive, heqaret li wan tên kirin û tew carinan tên kuştin jî. Ger tu kurd bî, sifeta 'terorîst' datînin ber navê te yan jî te krîmînalîze dikin."    DOMDARÎ   Farqînî ji bo zindîbûna zimanekî îşaret bi zarok û ciwanan kir û got ku hînkirin tenê têr nake. Farqînî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêdî hêdî zimanê navmalê jî dibe tirkî. Ger zimanê nav malê veguhere zimanekî din, nexwe em ketine nav şaşiyeke mezin. Ger kurdî qedexe be, nexwe divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Meseleya ziman, girêdayî xwenaskirinê ye. Em dibêjin zimanê me hebûna me ye, rûmeta me ye. Madem wiha ye, nexwe em tenê dirûşman berz nekin, ew bi ruh û can bikin."    Farqînî ji bo domadariya zimên û pêşxistina wî bal kişand ser sê faktoran: "Alfabe, gramer û ferheng."    Farqînî di dawiya axaftina xwe de got ku ziman xizîneyek e, tu çi qas dereng bimînî tu yê ew qas tiştan winda bikî û îşaret bi xwedîderketina li ziman kir.