Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir 2023-07-04 13:31:38   AGIRÎ - Dadgeha Îstînafê ya Erziromê cezayê hefsê yê 16 sal û 3 mehan ku ji ber êrişa îstîsmara zayendî ya li dijî zarokekê li S.S. hatibû birîn xera kir û xwest rapora tenduristiya hişê faîl bê amadekirin.    Kesê bi navê S.S. li navçeya Kop a Mûşê hewl da zarokeke 7 salî tecawiz bike û hatibû girtin. Dadgeha Cezayên Giran a Panosê 16 sal û 3 meh cezayê hefsê lê birîbû. Dadgeha Îstînafê ya Erziromê jî ev ceza xera kir û xwest rapor bê amadekirin bê ka hişê faîl li cihe yan na. Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Li kesê li Agiriyê zaroka me ya 8 salî îstîsmar kirî 16 sal û 3 meh ceza hatibû birîn. Lê ji ber ku dîsa rapora tenduristiyê ya aqil hate xwestin, ev ceza hate xerakirin. Gelo ma ber dikeve ku pergalê ji ber faîlên îstîsmarê were mijûlkirin?”   ÇI BÛBÛ?    Li gundekî navçeya Kopê ya Mûşê zaroka 7 salî di gulana sala 2022’yan de ji malbata xwe re got ku rastî êrişa zayendî hatiye. Li ser vê yekê malbatê giliyê S.S. kir. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derket holê ku S.S. li heman gundî li dijî gelek zarokan êrişa zayendî kiriye. Hat zanîn ku kekê S.S. ku sercerdevan e bi ser van bûyeran de girtiye, zext li malbatan kiriye ku bûyer neyê bihîstin. Ji bo ku ceza li S.S. neyê birîn jî hewl da rapora “hişê wî li serê wî nîne” bigire. Lê derket holê ku hişê wî li serê wî ye.    Di encama darizandinê de dadgeha herêmî bi îdiaya “rewşa baş” cezayê faîl wî daxist û 16 sal û 3 meh ceza lê birîn.    Ji ber ku li Kopê dadgeha cezayên giran nîne, doz li Panosê hate vekirin.