Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin 2023-07-04 11:26:55 RIHA - Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama “Em ê têkoşîna ji bo lêgerîna edaletê berdewam bikin” dan.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 834’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.    Serdanên piştevaniyê bo malbatê jî berdewam dikin. Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) serdana Malbata Şenyaşar kirin.    ‘EM LI EDALETÊ DIGERIN’    Dîlek Şeker a ku bavê wê Îsmet Şeker di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku ew wek malbatên Pirsûsê 8 sal in li benda edaletê ne û got: “8 sal in em dibêjin ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet. Îro dîsa em wisa dibêjin. Êşa me û Malbata Şenyaşar wek hev e. Edalet tune ye. Lê dîsa jî em li edaletê digerin. Em ê her tim li cem malbatên edaletê dixwzin bin. Em natirsin.”    ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî qetlîama Pirsûsê bi bîr xist û got: “Ciwanên hatibûn Pirsûsê mêvanên navçeya me bûn. Ji ber ku me nikaribû mêvanên xwe biparêzin em helaliyê ji malbatên wan dixwazin û em li vir soz didin heta ku edalet pêk were û kujerên rasteqîn bên darizandin wê têkoşîn û piştevaniya me bidome.”    EDALET WAN ANÎNE CEM HEV    Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Nazêgul Bahar Boyraz di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da jî destnîşan kir ku ya ku wan aniye cem hev doza edaletê ye.