Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye 2023-07-04 09:02:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hemû êrişan jî vegera êzidiyan a ji bo Şengalê berdewam dike. Tê gotin ku heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê. Endamê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Dexîl Îbrahim diyar kir ku hêza êzidiyan a ji nû ve avakirinê heye.  Bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li gel dorbêçkirina DAIŞ'ê ya Şengalê bi hezaran şêniyên gund, navçe, bajarok û bajarê Şengalê neçar man koçî Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Gelek ji van jî di kampên PDK'ê de hatine bicihkirin. Tevî ku 9 sal bi ser fermanê re derbas bûne jî heta niha ji bo vegera êzidiyan a Şengalê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê tu gavên girîng nehatin avêtin. Li dijî êrişên dewlata tirk ê li ser Şengalê jî helwestek nehate nîşandan. Êzidiyên ku di bin siya êrişan û polîtîkayên şerê taybet de di bin siwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwe birêxistin dikin, li dijî êrişan dibin mertal. Heta niha bi hezaran malbatên êzidî ku dixwestin vegerin Şengalê hatine astengkirin. Lê belê tevî van astengiyan jî di van rojên dawî de şeniyên gundan vedigerin warê xwe. Şengalî ku bi her cûreyên êrişan re rûbirû dimînin, di avakirina jiyaneke demokratîk de bi israr in. Êzidiyên ku vedigerin Şengalê di gundên xwe de konan vedidin û bi alikariya Rêveberiya Xweser a Şengalê gundên xwe ji nû ve ava dikin. Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê endamê Desteya Rêveber Dexîl Îbrahîm ku ew bi xwe jî 6 salan di kampên PDK'ê de maye der barê vegera Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'HOV BÛN'    Dexîl Îbrahîm bal kişand ser fermana 2014'an a ku li ser wan hatiye ferzkirin û wiha got: "Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li ser gelê me êriş pêk anî. Tenê li vir 450 hezar malbat ji Şengalê derketin. Ji van hin misilman jî bi me re derketin. Lê gelek ji wan li vir man. Malbat ji nêçariya xwe ji Şengalê derketin. Ji gundan jî koçberiyeke gelek mezin çêbû. Em bi xwe jî ji gundê xwe derketin, me mal û milkên xwe hiştin. DAIŞ'ê derdora me weke gurên birçî dorpêç kirin. Bi hezaran jin, zarok, kal û pîr jî revandin. Nêzikatiya wan ne nêzikatiyeke însanî bû. Bi nêzîkatiyeke hov tevgeriyan. Gelek ji wan kesên ku revandin jî bi komî dikuştin û gorên komî de veşartin. Yek ji yekî cuda nekirin û hemû dan ba hev û qetil kirin. Em neçar man û stargeha me bû çiyayê Şengalê. Çekên me tune bûn û me li wir xwe ji kuştinê parast. Rojava bi hawara me hat û gelek alîkariya wan çêbû. Heta ku em hebin em ê qenciya wan jibîr nekin. Gelek êzidî li Rojava bi cih bûn. Li wir jî her hewcedariyeke me pêk anîn."    'HIKÛMET NEÇARE KU BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'   Îbrahîm anî ziman ku bi vegerên ber bi Şengalê ve hikûmeta Iraqê neçare ku berpirsyariyê li xwe bigire û wiha axivî: "Gelek kes ji Şengalê derketin niha gelek ji wan vedigerin. Êdî îradeya êzidiyan çêbûye, bi hêz bûye. Bi saya hevalan ev îradeya me derkete holê. Derfetê me çêbû ku em karibin li ber xwe bidin. Niha gelek kes vegeriyan e. Ji her gundekî kesên ku di fermanê de çûne niha vedigerin. Ev tişteke baş e. Ne tenê îro sedsal in li ser vê civakê zilm heye û jiyan her tim jê re hatiye zehmetkirin. Êrişên li ser Şengalê, astengkirina vegerên Şengalê sûcê hikûmeta Iraqê ye. Divê ku heq û qanûn di vê dewletê de hebin. Mirov girêdayî kîjan partiya siyasî be, yan jî girêdayî kîjan bîrdoziyê be ev hikûmeta mecbûre ku min biparêze. Çimkî ez hemwelatiyê vê dewletê me. Ev polîtîkayên cudakarî yê hikûmeta Iraqê ya Kurdistanê bi salane li ser me tên meşandin. Hikûmeta Iraqê nêçare ku vegeran misoger bike. Ev peyvireke wê ya esasiye. Gelek Şengalî dixwazinku vegerin lê ji ber astengiyan û ji ber ku derfetê wan nine nikarin vegerin. Alîkariyê nadin vegera. Lê hikûmet ji vî tiştî berpirsyare. Şengaliyên ku li Dihokê dijin yan jî bajareke din dijin jî nikarin debara xwe bikin. Ji ber ku ew pereyê ku ew distinin têra wan nake. Lê heke ku alikarî bidin van malbatan û vegerin vê derê bi rehetî dikarin li ser war û milkê xwe debara xwe bikin."    6 SALAN DI KAMPA PDK'Ê DE MA   Îbrahîm da zanîn ku ew bi xwe jî 6 salan di kampên PDK'ê de ma ye û wiha domand: "Ez bi xwe 6 salan di kampên PDK'ê de mam. Navê wê kampê di esasê xwe de girtîgeh e. 12 mehan mirov di konan de bimîne dê jiyana wî çawa be? Tenê carekî li kampê 22 kon şewitîn. Kesên ku di konan de diman bi zorê canê xwe rizgar kirin. Di kampan de jiyan kirin gelek zehmet bû. Pîremêr hebûn, pîrejin hebûn, nexweş hebûn. Dikirin û nedikirin nedikarî jiyan bikin. Havînan gerim bû, zivistanan jî sar bû. Carekî berf barî gelek konên me bi ser me de hilweşiyan. Xizmet tune bû. Gelek zehmetî hebûn. Mirov rastî jî mecbûr nebe nikare di kampên PDK'ê de bimîne. Gelek ferq û cudahî di navbera êzidiyan de dikirin. Ez 6 salan li wir mam lê di dawiyê de min biryar da ku ji wir derkevim, ez derketim û hatim Şengalê. Niha li ser ax û warê xwe me.”    'HÊZA ME YA JINÛVE AVAKIRINÊ HEYE'    Îbrahîm bi lêv kir ku di nava civaka êzidî de fikreke nû ava bûye û ev tişt anî ziman: "Ev civak careke din li dijî dijminê xwe çok nedanî. Wateya vegerên ber bi Şengalê ve jî ev e. Her roj êriş dikin, rastî zehmetiyên gelek mezin tên lê dîsa jî vedigerin. Di êzidiyan de îradeyek çêbûye û nepêkane ku kesek bikaribe vê îradeyê bişkîne. Fikreke nû avakirin û dora wî fikrî civiyan û dê êdî wê fikriyatê bernedin. Gundeke me heye herî zêde ew rastî êrişan tê lê vegera herî zêde jî ji wî gundî çêdibe. Ji gundê Tilezer, Tilqesab, Tilbinav, Girzerik veger pir hene. Li gundê Girzerik yek mal tê de avakirî nîne. Lê şêniyên wî gundî tên û di gund de konên xwe vekirine, tê de dijîn. Armanc dikin ku gundê xwe bi destê xwe ji nû ve ava bikin. Ew hêza wan a jinûve avakirinê jî heye."   'HETA NIHA 15 HEZAR KES VEGERIYAN E'   Îbrahîm anî ziman ku hejmara vegerên Şengalê gihiştiye asta herî bilind û got: "Ji gundê Sibaşêx Xidir 800 malbat vegeriyan e Şengalê. Li Tilezêr hezar malbat hatine. Tê gotin ku ji Tilqesab 2 hezar 500 kes vegeriyan e. Em dikarin bibêjin ku heta niha 15 hezar malbat vegeriyan e. Ew bi xwe bi derfetên xwe ava dikin û tên. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku warê xwe terk nekin. Çandiniya xwe, mala xwe li ser axa xwe ava bikin. Divê em heqê xwe bigerin û ji dijmin re nehêlin. Bi kêr nayê ku em ji dijmin birevin. Her malbatek ku ji wan konan derdiket û dihat Şengalê, bi qasî ku çeteyekî DAIŞ’ê dikuje bi watêyê ye. Her vegera kesekî li dijî dijmin seknek e. Her vegerek berxwedanek e. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê her daxwaziyeke malbatên xwe pêk tînin. Çi ji avê be, çi ji pêdiviyên din be qasî ku ji destê me tê em pêk tînin. Em madî manewî bi civaka xwe re ne û em ê her alikariyekî jî bikin. "   'VEGERIN WARÊ XWE'   Îbrahîm daxwaz kir ku her êzidiyek vegere ser axa xwe û ev bang kir: "Ferman li ser me berdewam in. Heta vê seatê jî civaka me di xeteriyê de ye. Îro êzidî nikarin li Duhokê, Hewlêrê kar bikin. Di van bajaran de nikarin bêjin ku em êzidî ne. Îro Bexda bibêje em ê ji we re li vir qesrê çêkin, em qebûl nakin cihê me Şengal e. Îro yê ku nevegere ser axa xwe bêîrade ye. Ew kesê ku terka axa xwe û mala xwe bike tu feydeya kesekî nîne û dê her tim jî tenê be. Ji ber wê hêviya me ew e ku yê ku heta niha venegeriyane jî xwedî îrade bibe. Kesê ku venegere nav qewmê xwe ji her tiştekî dûr e. Ji ber wê banga me ew e ku vegerin cih û warê xwe."    MA / Zeynep Durgut