'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’ 2023-07-03 10:47:56   ÎZMÎR - Seroka ÎGC’ê Dîlek Gappî diyar kir ku bi girtina Merdan Yanardag re ku ji ber rexnekirina tecrîda li Îmraliyê hatibû girtin, gef li rojnamegeran tê xwarin. Seroka Şaxa TGS’a Îzmîrê Nîl Kahramanoglû jî got ku hewldan hene ku dengê muxalîfan bê qutkirin.    Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê TELE1’ê Merdan Yanardag di bernameyeke televîzyonê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 28 meh in tu agahî jê nayên girtin rexne kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ji ber van gotinan bi îdiayên “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Yanardag, di  27’ê hezîranê de hate binçavkirin û hate girtin.    Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê (ÎGC) Dîlek Gappî û Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) a Îzmîrê Nîl Kahramanoglû bertek nîşanî girtina Yanardag dan.    'YANARDAG TIŞTÊN DIVÊ BIHATINA AXAFTIN GOT’   Seroka ÎGC’ê Dîlek Gappî girtina Yanardag weke çavtirsandin û tolhildan pênase kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê siyaset veguheriye rêbazekî hêzê. Yên ku hêza siyasî bi dest dixin, heke ji muxalîfê xwe razî nebe yan jî hê aciz be, vê yekê vediguherîne hesta tolhildanê. Mixabin tiştên niha tên jiyîn, li Tirkiyeyê tiştên nû nînin. Yanardag bû hedefa vî tiştî. Yên bi salan ji bo demokrasiyê digotin ‘doz’, niha tehemûla azadiya fikr û azadiyê û çapemeniyê nakin. Li Tirkiyeyê demokrasî heta astekî ye. Berpirsyariya me ye ku em li ser navê civak û cemaweriyê bipirsin. Merdan Yanardag jî tiştên diviya bihatina axaftin got. Ev yek jî peywira rojnamegeran e. Bi girtin û binçavkirinan jî dixwazin tirsa civekî zêde bikin û gefan dixwin. Divê Yanardag tavilê were berdan.”    'BI DEHAN ROJNAMEGERÊN GIRTÎ HENE’   Seroka Şaxa TGS’a Îzmîrê Nîl Kahramanoglû jî bi bîr xist ku bi dehan rojnameger girtî ne û axaftina xwe wiha qedand: “Yanardag jî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de axivî û bi vê sedemê hate girtin. Mixabin em dizanin ku Yanardag dê nebe mînaka dawî. Ji ber ku li pêşberî me îktîdareke siyasî heye ku roj bi roj zexta li ser çapemeniyê girantir dike û hewl dide dengê muxalîfên xwe qut bike.”