Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket 2023-07-03 09:03:51 NAVENDA NÛÇEYAN  - Hejmara 185’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Azadî parastinê dixwaze” derket û bal kişandiye ser rewşa girtiya û binpêkirinên li girtîgehan.  Hejmara 185’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Azadî parastinê dixwaze” derket û balê dikişîne ser rewşa girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Nivîskarê rojnameyê Felemez Ulûg, di nivîsa xwe ya hefteyê de li ser mijara behsa xeberê rawestiyaye û nirxandin kiriye.   Di surmanşeta rojnameyê de jî hevpeyvîna bi Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman re heye ku komkujiya li Bismil a Amedê di navbera du nav malbatan de hatiye nirxandin.    Di rûpelê jinê yê vê hefteyê de li ser wate û têşîna jinan nûçe analîzek hatiye amadekirin.    Der barê êriş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî rojnameyê bi Rêveberê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê re nûçeyek çêkiriye.    Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de li ser komkujiya Madimakê nûçeanalîzek hatiye amadekirin.   Di rûpelê Çandê de jî bi KASED û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê re der barê proje û xebatên wan ên nû de du nûçe hatine amadekirin.