Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve 2023-07-02 23:59:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 10 gund û mezrikên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.   Li gundên Bilgili, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertavan, Kuran û mezrikên wan ên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Li gor daxuyaniya walîtiyê qedexe îro saet di 21:00'ê de dest pê kiriye û dê heya fermana duyem bidome.