Elaldi bû Serokê Amedsporê 2023-07-02 19:07:10       AMED - Kongreya Amedsporê hat lidarxistin. Karsaz Azîz Elaldi bû serokê Amedsporê.    Amedsporê kongreya xwe li dar xist. Kongreya Li Tesîsên Şehmûs Ozer hat lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û serokê Amedsporê yê berê Selahattîn Yildirim tevlî kongreyê bûn. Karsaz Azîz Elaldi bû serokê Qulûba Amedsporê.    Serokê nû yê Amedsporê Azîz Elaldi di kongreyê de axivî û got: "Êdî em dixwazin ji lîga duyemîn, vê lîga kavilbûyî derkevin. Amed, tîma helwestekê ye. Ez hêza alîgirên Amedsporê his dikim. Gava ez çûm Barselonayê, çendî wesfekî meyê fermî tune bû jî, lê gava navê Amedsporêb ihîstin eleqeyeke mezin nîşan dan. Em pir baş ezimandin. Daxwazek min ji alîgirên Amedsporê heye. Em trîbunên xwe dagirin. Em li her derî yek bin. Înşeleh em ê di dawiya serdemê de bi ser bikevin."