Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin 2023-07-02 15:15:05   STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî kesên ku li ser medya dîjîtal parvekirinên dibêjin bûyerên li Fransayê li Tirkiyeyê biqewimin lêpirsîn da destpêkirin.    Li Fransayê piştî ku Nahel M. ê 17 salî ji aliyê polîsna ve hat kuştin li seranserî welat xwepêşandanên protestoyê dest pê kirin û didomin. Li ser medya dîjîtal tê gotin ku bûyerên bi vî rengî li Tirkiyeyê jî li ser penaberan biqewimin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê parvekirinên bi vî rengî de lêpirsÎn da destpêkirin.    Serdozgeriyê li ser parvekirinên medya dîjîtal dest bi lêpirsînê kir û derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin kesên parvekirinên provokatîf bikin dê lêpirsîn bê destpêkirin.