HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye 2023-07-02 14:55:45   STENBOL - Komîsyona Gel û Baweriyan a HDK’ê têkildarî Komkujiya Madimakê daxuyanî da û wiha got: “Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku agirê li Madimakê hatiye vêxistin hêj jî venemirî ye. HDK’ê bang li dewletê kir ku bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe.    SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ    Di daxuyaniyê de hat gotin ku erdnîgariya Tirkiyeyê şahidiya gelek komkujiyan kiriye û ev tişt hatin parvekirin: “Em baş di ferqê de ne ku ev kevneşopî û zîhniyeta komkujer di serî de elewî, ji demên berê heta niha li dijî gelên din di meriyetê de ye. 2’ê Tîrmehê, roja hewldana tunekirina gel, bawerî û çanda elewiyan e. Roja sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi necezakirin û demborînê re hewl didin kujeran biparêzin. Kujer, bi efûyên taybet hatin berdan û bersûcên firarî tên parastin.”   Bi domdarî hat diyarkirin ku her komkujiya ku pê re hevrûbûn çênebûyî, rê li ber komkujiyên nû vedike û banga hevrûbûnê hate kirin.