Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin 2023-07-02 11:22:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên di meha hezîranê de qewimîn parve kir û got ku di şer de 44 leşker hatine kuştin û dewleta tirk 26 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin.  Navenda Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên di meha hezîranê de eşkere kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê diyar kir ku di navbera 1-30'ê hezîranê de 44 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û 10 endamên HPG/YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dane.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk di meha hezîranê de li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrişê, 2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kirine. Her wiha hat gotin ku dewleta tirk 26 caran jî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne.