Li Rihayê trambûs tebiqî 2023-07-02 10:48:02   RIHA - Trambûsa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê 3 meh berê xistibû xizmetê dema diçû tebiqî.    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xistina xizmetê ya trambûsan weke “Projeyeke mezin” dabû nîşandan û di meha nîsanê de dest bi xizmetê kiribûn. Ji trambûsên sê meh berê dest bi xizmetê kirin yek jê dema diçû tebiqî. Di trambûsa li ser rêgeha Balikligolê de eriza derket û tebiqî. Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya rêwiyan lê siwar bûne û ji ber ku ev giranî ranekiriye jî tebiqî ye. Welatiyan jî bertek nîşanî vê rewşê dan.    Piştî bûyerê, rê bi saetan ji trafîkê re hate girtin.