Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe 2023-07-02 09:38:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 46’an de didome. Hat zanîn ku rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe.  Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Ji roja hatine girtin heta niha mafên Dag û Er tên binpêkirin û li dijî vê çalakiyan li dar dixin. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên yektîp di 18’ê gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 46’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.   DAG: EM BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN   Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Di hevdîtinê de Dag ji malbata xwe re got ku rewşa tenduristiya wan roj bi roj xerabtir dibe û ev agahî parve kirin: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Em bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e. Ez jî 10 kîloyan zeîf bûme û nikarim zêde baixivim.”    BERÊ JÎ LI DIJÎ BINPÊKIRINAN ÇALAKÎ LIDAR XISTIBÛN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.