Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye 2023-07-01 11:33:03 ÊLIH - Firat Nebîoglû ku her du gurçikên wî nemane ji 63 kîloyan daketiye 44 kîloyan. Tevî ku Nebîoglû namzetê li gorî donorê ye ji bo neqla gurçikê serlêdana ku hatiye kirin, tê rawestandin.    Li gorî rapora sala 2022'yan a Konseya Ewropayê ya Cezayê ya li ser Nifûsa Girtîgehan (SPACE I) di nava welatên endam de welatê ku herî zêde girtîgeh lê pir in Tirkiye ye.   Li gorî rapora salane ya Konseya Ewropayê ya li ser girtîgehan, heta 31'ê Çileya 2022'yan li girtîgehên Tirkiyeyê 303 hezar û 945 girtî û hikumxwar hene. Li gorî Rapora Navendî ya ÎHD'ê ya 2022’yan a girtîgehan vê rewşê piştrast dike. Li gorî rapora ku ÎHD'ê li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê ya Kanûna 2022'yan amade kiriye; Li girtîgehan 336 hezar û 315 girtî û hikumxwar hene. Di nava van kesan de hejmara kesên 65 salî û mezintir 5 hezar û 513 kes in.    Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê, li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran, hezar û 517 nexweş girtî ne. Dîsa li gorî heman raporê di sala 2022’yan de 76 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, 35 ji wan ji ber nexweşiyên xwe mirin e.   JI SEDÎ 92 ASTENGDAR E    Firat Nebîoglû yek ji girtiyên di şert û mercên girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide ye. Nebîoglû yê ku di sala 2015’an de li Êlihê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, her du gurçikên wî saxlem jî îflas kirin û daxwaza wî ya neqla gurçikê nehat qebûlkirin. Li ser diyalîzê ji ber têkçûna gurçikan, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên wekî dîtin û bihîstinê jî hene. Nebîoglû ku li Girtîgeha Amedê Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Amedê girtî ye û ji ber felc bûye ji sedî 92 astengdar e. Nebîoglû ku ji ber têkçûna gurçikan jiyana xwe bi diyalîzê didomîne, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên weke dîtin û bihîstinê jî hene.    RAPORA ‘NIKARE DI HEPSÊ DE BIMÎNE’    Firat Nebîoglû ji ber nexweşîna gurcikê rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê û rapora “nikare di hepsê de bimîne” danê. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di hepsê de bimîne” dide. Ji bo gurçik jê re bê neqilkirin 3 caran serlêdan hat kirin lê bê bersiv nehat dayîn. Desteya Îhtîsasê ya ATK’ê hema bêje tu nirxandinek klînîkê nekiriye û kurtahiya raporên xwe berê derxistiye û di 14’ê adara 2022’yan de biryar girtiye ku girtiyê nexweş dikare di şert û mercên hepse de bidomîne. Firat hefteyê du caran diçe diyalîzê û tevî ku donora li gorî wî heye jî lê daxwaza sewqa ji bo nexweşxaneyê û neqilkirina gurçikê hê jî bêbersiv tê hiştin.    ‘EM NAXWAZIN MIRÎ DERKEVE’    Apê Nebîoglû, Emîn Şahîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê 2 hefte berê li malbatê geriyaye û ji bo neqla gurçikê ji nû ve serlêdan kiriye û got: “Lê belê heya niha vegerek çênebûye. Rewşa Firatê roj bi roj xerabtir dibe. Neqla gurçikê bi lezgînî ji bo Firat hewce ye. Ji 63 kîloyan daketiye 44 kîloyan. Çar roj berê min serdana wî kir. Bi diyalîzê ve girêdayî ye. Bi saxlemî ket hepsê û niha mirov wî nas nake. Em naxwazin cenazeyê wî ji hepsê derkeve.”