Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê 2023-06-30 18:21:07 AMED - Siyasetmedar Ahmet Turk ku serdana malbata Alyamaç û Taş ên li Bismilê bi hev ketibûn û 9 kes miribûn kir. Turk diyar kir ku ew ji bo yekîtiyê têdikoşin û got ku divê dawî li pevçûnên bi vî rengî bê.    Li gundê Şidada yê navçeya Bismil a Amedê, di 15'ê Hezîranê de malbata Alyamaç û Taş ji ber erdan bi hev ketibûn. Di pevçûna di navbera her du malbatan de 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndra bûbûn. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û siyasetmedar Ahmet Turk jî di nav de şandeya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbata Taş û Alyamaçê kirin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tevlî serdanê bûn.    Ewilî serdana gundê Şidada, malbata Alyamaçê hat kirin.  Siyasetmedar Turk liv ir axivî. Turk, pevçûneke malbata xwe bibîr xist û got ku di wê pevçûnê de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye, lê piştî 30 salan malbat li hev hatine. Turk got: "Xwezî em 10 sal berê li hev bihatana."    YEKÎTÎ   Turk axaftina xwe wiha domand: "Wijdanê mirov tiştên bi vî rengî qebûl nake. Ev wezîfeya me ye, wezîfeya me em pêşî li tiştên wiha bigirin. Gelê me êdî naxwaze ev bûyer bidome. Ev karesateke mezin e. Em çi bibêjin jî êşa we sivik nabe. Siyaseta me, partiya me ji bo yekîtiyê têdikoşe. Ji bo aştiyê têdikoşe. Divê em pêşî li ber van tiştan bigirin. Em ê nehêlin ev mezin bibe. Divê bi dawî bibe."    ‘PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ JINAN'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê jî anî ziman ku divê ev bûyer ji niha û pê ve mezin nebe û got ku di vî warî de peywireke mezin dikeve ser milê dayik û jinan. Aydenîzê wiha domand: "Jin bêtir aştî û yekîtiyê dixwazin. Dixwazin bûyer zû bi dawî bibe. Ên herî zêde diêşin jin û dayik in. Lewma ji bo vê bûyer mezintir nebe, divê jin têkevin dewrê. Divê em bên cem hev du û nîqaş bikin ku em ê çawa dawî li vê bînin. Em ji bo aştiyê li vir in. Em ji bo edaletê li vir in."    Şande paşê serdana gundê Sarê Husênê kir û hevdîtin bi ferdên malbatê re kir. Siyasetmedar Turk li vir jî axivî û ji bo aştiyeke mayinde bang kir.     Ferdên malbatan jî diyar kir ku ji ber pevçûnê poşman in û doza aştiyeke mayinde kirin.