Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin 2023-06-30 09:03:50 STENBOL - Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr, destnîşan kir ku di bingeha binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîd heye û wiha got: “Heke em di nava piştevaniyê de bin em dikarin bi piştevaniyê hem tecrîda li ser Abdullah Ocalan hem jî tecrîda li girtîgehan rakin."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehan înfaza girtiyan tê şewitandin û her roj li binpêkirinên weke tecrîd, xwegihandina tenduristiyê, îşkence û mûameleya nebaş û lêgerîna tazî hinek din tên zêdekirin. Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr, binpêkirinên li girtîgehan diqewimin nirxandin.    Demîr, bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîda heyî belavî hemû girtîgehan bûye. Demîr, destnîşan kir ku tecrîd veguheriye “îşkenceyeke sîstematîk” û wiha got: “Şert û mercên ku vê desthilatê li girtîgehan afirandiye gelekî dijwar in. Girtî nikarin bi malbaten xwe re hevdîtinê bikin. Hevdîtinê bikin jî em dizanin mafên wan ên hevdîtinê te bisînorkirin. Aktîvîteyên wan ên civakî bi her awayî tên astengkirin.”   GIRTIYÊN BERDANA WAN TÊN ASTENGKIRIN    Demîr, da zanîn ku li Girtîgehên Marmarayê ji 300’î zêdetir girtiyên nexweş hene û bi lêv kir ku tevî raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî gelek ji wan nayên berdan. Demîr, bal kişand ku piştî hilbijartinan zextên li girtîgehan zêde bûne û da zanîn ku tenê li girtîgehên li Herêma Marmarayê înfaza nêzî 60 girtiyan hatiye şewitandin.    ÇAVKANIYA BINPÊKIRINAN: TECRÎD    Demîr, diyar kir ku di bingeha binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de tecrîda li Îmraliyê heye û wiha axivî: “Tecrîda li girtîgehan tê pêkanîn li ser civakê jî tê pêkanîn. Em weke malbatan em ê her tim van binpêkirinan bînin ziman. Her wiha saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên mafan dê vê rewşê her tim bînin rojevê. Divê em di nava piştevaniyê de bin. Heke em di nav piştevaniyê de bin em ê bikarin hem tecrîda li girtîgehan bişikînin hem jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dikarin ji holê rabikin. Werin em bi hev re destê hev bigirin û vê tecrîdê rakin.”