Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin 2023-06-29 20:01:44   DÎLOK - Li Çemê Sacir ê navçeya Tilbişar welatiyên bi navê Nîdal Abdullah Elhamed û Alî El Abdullah bi awayekî biguman mirî hatin dîtin.    Li Çemê Sacir ê navçeya Tilbişar a Dîlokê welatiyên bi navê Nîdal Abdullah Elhamed (19) û Alî El Abdullah (15) bi awayekî biguman mirî hatin dîtin.    Tîmên noqavê yên kesên derdorê ku ferq kirin gazî cihê bûyerê kirin, cenazeyên ciwanan ji çem derxistin. Cenazeyên ciwanan rakirin Saziya Tiba Edlî û hate zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.