Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn 2023-06-29 19:25:15 AMED - Rojnamevan Mazlûm Erencî yê li Dêrsimê di sala 2011’an de di şer de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bibîranîn.    Rojnameger Mazlum Erencî ku di 29’ê Hezîrana 2011’an de li çoltera navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Erencî û rojnamevan tev li bîranînê bûn.    Polîsên ku goristan dorpêçkirin nehiştin ku rojnamevan dîmenan bikişînin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna ya di bibîranînê de axivî, anî ziman ku rojnamevanî pîşeyeke pîroz e.   Metîna, anî ziman ku rojnemvan tên astengkirin, di bin zextê de ne û tên girtin lê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernadin û wiha got: “Em rojnamevanên di oxira têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Dayik Remziye Erencî jî ji bo ku ev roj ji bîr nekirine spasiyên xwe pêşkeşî beşdarvanan kirin û wiha got: “Heta ku em sax bin em ê bibin şopdarên têkoşîna wan.”   Bîranîn bi kirina dûayan û danîna gulan a li ser gorê bi dawî bû.