ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye 2023-06-29 14:56:26   STENBOL - Parastvanên mafan bi daxuyaniyekê gotin ku xetere heye penaberê îranî Elyas Torabibaeskendarî ku li GGM’ê tê ragirtin û dewlet hewl dide dersînor bike, li welatê xwe were bidarvekirin û banga berdana wî kirin.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Stenbolê, têkildarî penaberê îranî Elyas Torabîbaeskendarî ku di 25’ê hezîranê di Meşa Rûmetê ya li Stenbolê de hatibû binçavkirin û şandibûn Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Rihayê, daxuyanî da.    Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê hate dayîn û li gel malbata Torabîbaeskendarî, her wiha gelek parastvanên mafan jî tev li bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Sekretera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy ve hate xwendin.    Ersoy, diyar kir ku piştî binçavkirina Torabîbaeskendarî, malbata wî serî li komeleyê daye û wiha domand: “Li ser vê yekê ÎHD û OHD tavilê ketin nava tevgerê û li Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglû Taksîmê bi Torabîbaeskendarî re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê, rayedaran da zanîn ku li Navenda Paşveşandinê ya Tuzlayê hatiye kirin. Lê belê beriya agahiya parêzerên wî, ji wir jî li GGM a Rihayê hatiye veguhestin. Parêzeran hewl din li GGM’a Rihayê bi Torabîbaeskendarî  re hevdîtinê bikin lê destûr nehate dayîn.”    BANGA BERDANÊ KIR   Ersoy, diyar kir ku Torabîbaeskendarî û dayika xwe li Îranê rastî îşkenceyên giran hatine û bi vê sedemê koçî Tirkiyeyê kirine û wiha got: “Parastina navneteweyî xwestibû. Malbata Torabîbaeskendarî  ji sala 2013’an heta niha li Tirkiyeyê bi ‘penabertiya bişert’ dijîn. Heke Torabîbaeskendarî  li Îranê were vegerandin, rîsk heye ku were bidarvekirin. Xetere li ser jiyana wî heye. Gumana me ew e ku di vê pêvajoyê de hatibe îşkencekirin û hatibe dersînorkirin. Divê meqamên fermî tavilê bibêjin bê ka Elyas li ku û di kîjan mercan de dijî. Divê Elyas tavilê were berdan.”   Dayika Torabîbaeskendarî, Ashraf Abudzadeh Bereyhî jî qala hevdîtina li ser telefonê ya bi kurê xwe re kir û ev agahî dan: “Ji min re got ku ew û kesên pê re 17 saetan tî û birçî mane û rastî miameleyeke xerab hatine. Ji bo zarokê xwe çi tişt pêwîst bike dixwazim wê bikim. Ne tenê ji bo zarokê xwe lê ji bo kesên din ên li wir jî fikarên min hene.”