Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe 2023-06-29 11:02:25   ENQERE - Rojnamegerê rûs Ruslan Suleymanov dibêtiyên serhildana çekdarî ya Wagnerê nirxand û wiha got: “Dê ji ber tearûzên Ûkraynayê, bandora Rûsyayê ya li Efrîqa û li parzemînên din kêm bibe.”    Nîqaşên li ser rageşiya di navbera damezirînerê artêşa kirêgir a rûsan Wagnerê Yevgenî Prîgojîn û qedemeya fermandariyê ya artêşa Rûsyayê de didomin. Her çend ku di navbera aliyan de heta astekî lihevkirinek çêbibe jî nîqaşên li ser “pêşeroja siyasî ya Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn û aqûbeta Wagnerê” berdewam in.    Putîn ji bo şervanên Wagnerê vebijêrka “Dikarin tev li artêşê bibin, vegerin malên xwe yan jî dikarin biçin Belarûs ê” pêşkeş kiribû. Nayê zanîn bê ka dê Prîgojîn van vebijêrkan qebûl bike yan na. Yek ji mijara mereqê jî ew e bê ka piştî jihevbelavkirina Wagnerê dê bandoreke çawa li ser hebûna Rûsyayê ya li derveyî welat bibe.    Zanyarê rojhilat û rojnameger Ruslan Sulemanov têkildarî geşedanên heyî axivî û got ku daneyên şênber di destê wan de nînin bê ka Putîn û Prîgojîn li ser kîjan xalan li hev kirine. Suleymanov, wiha got: “Îxtîmalekî mezin dê hinek leşkerên kirêgirî yên Wagnerê entegreyî artêşa Rûsyayê bên kirin. Putîn, niha di her axaftina xwe de bang li ‘rêbirên’ Wagnerê dike ku bi wezareta wî re peymanê îmze bikin.”    ‘RÎSKEKÎ MEZIN LI SER REWŞA PRÎGOJÎN HEYE’   Suleymanov, got ku tiştên qewimîn ji hêla Putîn ve “rezîltî” ye û dê Putîn tu carî vê ji bîr neke. Suleymanov,  axaftina xwe wiha domand: “Dê tu carî Prîgojîn efû neke. Lewma li gorî min di halê hazir de rîskekî mezin li ser rewşa Prîgojîn heye. Dema hewldana di asta serhildanê de ya Prîgojîn balkêş e. Li gorî qanûnên Rûsyayê, di nava sala dawî de rexnekirina rêveberiya Rûsyayê û Wezareta Parastinê teqez qedexe ye. Lê li Rûsyayê tekane kesê bi awayekî eşkere rexne li Wezareta Parastinê dikir jî Prîgojîn bû. Wezareta Parastinê cebilxane ji Wagnerê re neşand û bingeha sereke ya hêrsa Prîgojîn jî ev bû. Di 23’yê hezîranê de jî balafireke Rûsyayê leşkerên Wagnerê bombebaran kir û ev yek ji bo Prîgojîn bû noqteya dawî. Lê têkildarî vê mijarê heta niha jî tu delîlên şênber li ber destê me nînin. Lewma mirov piştrast nîne bê ka êrişeke wiha çêbûye yan na. Îxtîmalekî mezin e ku Prîgojîn ji bo serhildanekê bide destpêkirin ev yek tenê weke hincet bi kar anî. Bêguman li Rûsyayê di navbera yekîneyên çekdarî yên cuda de hevrikiyek heye. Ev rewş jî bi kêrî polîtîkaya Putîn a ‘parçe bike û birêve bibe’ tê.”   ‘DIBE KU PIŞTGIRIYA JI BO PUTÎN KÊM BIBE’   Bi domdarî Suleymanov, bal kişand ser geşedanên li Rûsyayê û ev tişt anî ziman: “Van geşedanan, bandoreke neyînî li ser pêşeroja siyasî ya Putîn kir. Ev serhildan, di jiyana siyasî û kariyera Putîn de bû ezmûneke pir tirsnak. Weke min gotibû, her wiha rezîltiya Putîn bû. Ji ber ku Wagnerê kêmaniya di pergala dewletê ya Putîn de jî raxist ber çavan. Li gel vê; her wiha derket holê ku hejmara kesên Serokê Dewletê yê Rûsyayê û derdora wî diparêzin jî kêm in. Lewma jî li gorî min piştgiriya ji bo Putîn a li Rûsyayê kêm bûye. Prîgojîn bi serhildana xwe ‘bêminetî da.’ Lê li gorî min dê Prîgojîn ji ber vê bêminetiya xwe dê bedelên giran bide. Zû yan jî dereng dê Putîn teqez tola xwe ji wî hilîne.”    ‘NEÇAR MA KU HEMÛ VEBIJÊRKAN QEBÛL BIKE’   Suleymanov, da zanîn ku dê hemû vebijêrkên Putîn ên ““Dikarin tev li artêşê bibin, vegerin malên xwe yan jî dikarin biçin Belarûs ê” dê ji hêla Prîgojîn ve bên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Prîgojîn, ji bo xwe xelas bike neçar ma ku hemû vebijêrkan qebûl bike. Li hêla din leşkerên kirêkirî yên piştgirî dayîn serhildanê jî vekişîna Prîgojîn weke xiyanet pênase kirin. Li gorî min dê Prîgojîn di demekî nêz de ji Wagnerê derkeve û Wagner dê bi temamî were girtin.”    ‘DÊ HEBÛNA RÛSYAYÊ YA LI PARZEMÎNÊN DIN KÊM BIBE’   Têkildarî bandora jihevbelavkirina koma Wagnerê ya li ser polîtîkaya derve ya Rûsyayê jî Suleymanov wiha axivî: “Rûsyayê têkiliyên xwe yên bi welatên rojava re xera kir û hewl dide hevkariya xwe ya bi Efrîqeyê re baş bike. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di nava salekê de 4 caran çû serdana parzemîna Efrîqayê. Weke hûn jî dizanin, Moskov ji bo parastina hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn û Efrîqayê bedelên giran dide. Kremlînê di operasyonên ku nedixwest raste rast dewletê daxil bike de ‘Wagner’ bi kar di anî. Lê piştî serhildana têkçûyî ya Prîgojîn û zexta tê payîn li Wagnerê bê kirin, dê li derveyî welat jî bandorê li xebatên Wagnerê bike. Li gel vê, her ku rewşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê ber bi xerabiyê ve çû, dibe ku Moskov jî hemû çavkanî û hêzên xwe bixe nava liv û tevgerê. Ji bo ku moral bide eniya Ûkraynayê, dibe ku hebûna Wagnerê ya li Efrîqayê kêmtir bike. Bi gotineke din, heke tearûzên Ûkraynaê bi ser kevin, dê hebûna Rûsyayê ya li Efrîqa û parzemînên din jî kêm bibe.”    MA / Selman Guzelyuz