Li herêma Bestayê şewat derket 2023-06-29 09:29:27 ŞIRNEX - Ji duh heta niha li herêma Bestayê ku dar lê tên birîn şewat derketiye û ji bo vemirandinê heta niha jî tu mudaxele nehatine kirin.  Li qadên Girê Helizê û Çemê Mazî yê girêdayî herêma Besta ya Şirnexê şewat derket. Hat zanîn ku şewat duh bi şev dest pê kiriye û ji bo vemirandinê heta niha jî tu mudaxele nehatine kirin. Nehat zanîn bê ka şewat ji ber çi derketiye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku li vê herêma navborî hêj niha jî bi hinceta “ewlekariyê” dar tên birîn.