Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne! 2023-06-29 09:11:45   ÎDIR - Nûnerê SES’ê Hîdayet Akay diyar kir ku dema rêjeya nifûsê tê destgirtin bajarê herî zêde penceşêr lê heyî Îdir e lê beşa Onkolojiyê nîne û wiha got: "Sedema yekemîn a nexweşiya penceşêrê qirêjiya hewayî ye, ya duyemîn jî santrala nukleer a li bajêr e.”   Li gorî rapora salane ya ji aliyê Şîrketa Teknolojiya Kalîteya Hewayê (IQAir) a li Swîsreyê tê weşandin; ji bo qirêjiya hewayê Tirkiye di nava 131 welatên cîhanê de di rêza 45’emîn de ye. Îdir a di pîvana kalîteya hewayî de di qirêjiya hewayî ya welat de di rêza ewil de ye, li gorî nifûsê bajarê herî zêde nexweşiya penceşêrê lê heye derbasî qeydan bû. Ji ber nêzîkatiya Santrala Nukleer a Metzamor a li Ermenistanê li bajêr di deh salên dawî de hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê ketine ji sedî sed zêde bûye.    Li gorî îstatîstîkên mirin û sedema mirinê yên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2022’yan rêjeya mirinên ji tumorên baş û nebaş ên li Îdirê ji sedî 18,6 e. Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Îdirê Hîdayet Akay, bal kişand ku sedemê bingehîn ê weqayên penceşêrê yên li bajêr qirêjiya hewayî ye û anî ziman ku lê ji bajêr ne beşa Onkolojiyê ne jî bijîşkê wê heye.   SEDEMÊN BÛYERÊN PENCEŞÊRÊ   Akay, destnîşan kir ku faktora yekemîn ku bandorê li tenduristiya gel dike qirêjiya hewayî ye û wiha got: “Li bajêr qirêjiyeke zêde ya hewayî heye û di nava bajarên Ewropayê di rêza yekemîn de ye. Sedemê vê ew e ku bajêr li cihê xelet hatiye avakirin. Bajêr li deştê hatiye avakirin ev rewş bandorê li tenduristiya mirovan dike. Kêm bûna qadên şîn, avahiyên li ser qadên çandiniyê hatine avakirin û tunekirina deştê bandorê li bajêr û tenduristiya mirovan dike. Saeteke ku hûn zivistanê li derve derbas dikin weke 40 cigare we kişandibin zirarê dide kezebê. Di encama vê yekê de li bajêr nexweşiyên kezebê, KOAH, astimê gelek zêde ne. Li Tirkiyeyê bajarê herî zêde weqayên penceşêrê lê hene bajarê me ye. Du sedemên vê yekê hene; ya ewil qirêjiya hewayî ye ya duyemîn jî Santrala Nukleerê ya Metsamor a 29 kîlometreyan ji bajêr dûr e.”   LI BAJÊR PISPORÊ ONKOLOJIYÊ NÎNE!   Akay, bal kişand ser weqayên kanserê yên li bajêr û wiha direjî da axaftina xwe: “Li bajarê di Tirkiyeyê de herî zêde weqayên penceşêrê lê hene, berdin Nexweşxaneyeke Onkolojiyê pisporekî onkolojiyê jî nîne. Tevî ku hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê ketine zêde ne jî pergaleke tenduristiyê ku ji vê yekê re bibe çare nîne. Mirov neçar dimînin ku nexweşên xwe bibin Erziromê an jî bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Em weke saziyên sivîl ên civakî têkildarî vê yekê beriya niha ketin nava hewldanan lê me encamek bi dest nexist. Dema rant kete nava kar, tenduristiya mirovan hate paşguhkirin.”   POLÎTÎKAYA TENDURISTIYÊ YA DESTHILATÊ   Akay, diyar kir ku pirsgirêkên tên jiyîn bi pergala tenduristiyê re bisînor namînin û wiha berdewam kir: “Li vir pirsgirêk bi pergal in. Dema hûn li desthilata ku 20 sal in welat bi rê ve dibe dinêrin ji polîtîkayên perwerde, tenduristî, jin û civakî heta edaletê tu tişt ne bi qasî ku divê weke xwe binin. Dema hûn behsa polîtîkayên tenduristiyê yên baş dikin, dibêjin ‘Me nexweşxaneya herî mezin a Tirkiyeyê çêkiriye’. Ji ber ku tiştê navenda wê beton difikirin. Pirsgirêka desthilatê ya herî mezin jî ev e, ji bajarvaniyê bigirin heta ekolojiyê di navenda polîtîkayên wan de beton heye. Li bajêr pisporê nexweşiyên sing nîne, weke rêjeyî di Tirkiyeyê de nexweşiyên kezeb ên herî zêde li vî bajarî ne lê bijîşkekî pispor nîne. Ev pirsgirêkeke ferasetê ye. Me beriya niha ji bo nexweşiyên sing û onkolojiyê serlêdan kirin lê tu encam negirtin. Hewl didin tenduristiyê navendî bikin lê divê li taxan jî ocaxên tenduristiyê hebin. Mirov saet duyê şevê bi rê dikevin û ji bo mûayane bibin diçin Erziromê. Divê xizmeta tenduristiyê li hemû qadan belav bibe.”   RANDEVÛ HEYE, BIJÎŞK TUNE YE   Akay, anî ziman ku AKP’ê xizmeta tenduristiyê li herêmên ku rêjeya dengê wan lê bilind e kom kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke tenduristiyeke herêmî çêbibe Wan ji vê yekê re guncavtir e lê hemû razemenî li Erziromê tên kirin. Ev yek jî nîşan dide ku AKP’ê tenê ji bo alîgirên xwe xizmetê dike. Desthilat di qada tenduristiyê de jî cihekariyê dike. Li bajêr gelek bijîşkên pispor nînin. Di beşa welîdînê de jî mirov nikarin mehekê dorê bigirin. Em di tenduristiyê de ji salên 90’î jî paşdetir çûne. Belê mirov diketin dorê lê xwe digihandin tedawiyê, niha mirov nikarin nêzî nexweşxaneyan bibin. Ji ber pergala randevûyê heye lê bijîşk tune ne.”   MA / Bêrîvan Kûtlû