Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin 2023-06-28 21:39:37   WAN - Dayika xwendekar Bita Shafiei, Maryam Abbasi Niko ku êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên zarokên keç ên li Îranê şermezar kir, hate girtin.    Li Îran û rojhilatê Kurdistanê di 30’ê mijdara 2022’yan li dibistanên ku zarokên keç lê tên perwerdekirin, bi gazên jehrî êriş hate kirin. Êriş heta serê meha hezîrana 2023’yan berdewam kirin. Di êrişan de bi sedan zarokên keç bi jehrê ketin, li gorî daneyên fermî jî herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li Îranê li dijî êrişên kîmyewî ji aliyê girseyên zêde ên gel ve çalakî hatin kirin û gelek xwendekar tev li van çalakiyan bûn. Yek ji xwendekara ku tev li çalakiyan bû Bita Shafiei jî yek ji sedan xwendekarên ku di bin çavan de îşkence lê hate kirin û hate girtin e. Shafiei bi kefaletê di meha gulanê de hate berdan. Vê carê jî dayik Maryam Abbasi Niko hate girtin.    Niko ya ji aliyê mûhafizên şoreşê ve bi serdegirtina malê ya di saetên serê sibê de hate binçavkirin pişt re ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate girtin. Bi malbatê re nehate parvekirin ku Niko li kîjan navenda binçavkirinê tê ragirtin.