Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin 2023-06-28 10:59:53   AMED - Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihên gorên wan nayên zanîn. Nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat bertek nîşan da û wiha got: “Heta ku em cihê gora wan dibînin dê ev têkoşîna me bidome.”    Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi biryara Dadgeha Îstîklalê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn. Berxwedana ku bi pêşengtiya Şêx Seîd di 5’ê sibata 1925’an de hatibû destpêkirin, di meha gulanê ya heman salê de hate têkbirin. Dadgeha Îstîklalê, di 28’ê Hezîranê de ji bo Şêx Seîd û 46 hevalên wî biryara darvekirinê da. Rojek piştî biryarê jî Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29’ê Hezîrana sala 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên wan nehatiye eşkerekirin. Serokê Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat ji bo dîtina gorên wan di sala 2009’an de serî li Wezareta Karên Hundir da. Wezareta Karên Hundir di nava mehekê de bersiva serlêdanê neda û bi awayekî neyekser red kir. Li ser vê yekê Firat, serî li 5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê da.    5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê, serlêdana ji bo eşkerekirina gorên 47 kesan bi hinceta “Qeydên arşîvê yên têkildarî cihên goran tune ne” red kir. Serokê Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî têkoşîna 98 salan kir.    ÎNKARA FERMÎ YA EWIL A KURDAN   Firat, da zanîn ku kurd di dîrokê de cara ewil di sala 1924’an de bi awayekî fermî hatin înkarkirin û wiha got: “Di sala 1924’an de ev înkar li Meclisê hate qanûnîkirin. Gotina ‘Li Tirkiyeyê her kes tirk e, yek ziman heye ku ew jî tirkî ye. Ji bilî vê em tu gelan qebûl nakin’ di qanûnê de cih girt. Li dijî vê înkara fermî, Şêx Seîd û hevalên xwe jî bi awayekî fermî serî hil dan. Şêx Seîd û hevalên wî jî gotin; ‘Kurd hene, zimanê wan heye, erdnîgariya wan heye û em hene.’ Lewma ev serhildan gelek girîng e. Divê em wateya vê baş bizanin.”    BERDEWAMIYA TUNEKIRIN Û ÎNKARÊ   Bi domdarî Firat bi bîr xist ku Şêx Seîd û hevalên xwe 98 sal berê bi biryara Dadgeha Îstîklalê hatin bidarvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tunekirin û înkarkirina kurdan, bi cezayên muebbetê hate domandin. Bi ser re 98 sal derbas bûn lê tiştek neguheriye. Jixwe komar li ser bingeha tunekirin û înkarkirina kurdan hate avakirin. Bi gotina ‘Kurd tune ne, em kesên dibêjin em kurd in jî tune dikin’ hate avakirin. Ev tunekirin, heta îro jî didome. Di sala 1939'an de qanûnek derxistin û ji bo kesên li dijî komarê derketin gotin ‘qedirê wan lê vedigerînin.’ Lê dîsa aqûbeta Şêx Seîd û hevalên wî înkar kirin. Îro jî wisa ye. Heke kurd sibe jî dengê xwe nekin dê her wiha be. Armanca hebûna komarê ev e. Divê em gavên xwe li gorî vê biavêjin.”    TUNEKIRIN Û ÎNKAR: PEYMANA LOZANÊ    Di berdewamê de Firat got ku di sala 1923’yan bi Peymana Lozanê siyaseta tunekirin û înkarê ketiye meriyetê û wiha pê de çû: “Ev peyman hêj îro jî didome. Hêzên navneteweyî ku Ingilistan û Fransa serkêşiya wan dikirin, bi vê peymanê re Kurdistan kirin 4 parçe. Li her çar parçeyan jî di navbera kurdan de dijminatî ava kirin. Berê kurdan dan hev. Ev rewş hêj didome. Divê partiyên kurd ên li her çar parçeyan bi aqilekî hevpar tevbigerin û hesabên yekitiyê bikin. Kurdên li dora van hesaban tên ba hev jî divê yekitiya xwe ava bikin.    Kurd sed sal berê li çiyayan hatin qetilkirin, hatin bidarvekirin, cezayên muebbetê lê hatin birîn û ketin rêyên koçberiyê. Îro jî heman tiştan dijîn. Sedema vê jî tunekirin û înkara bi Lozanê re ketiye meriyetê ye. Divê kurd jî li dijî dinyaya nû bên gel hev. Divê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Nexwe dê şerên wan her bidomin. Dê kurd her li ber xwe bidin û dê wiha bidome.”   'GELÊ KURD EV SED SAL IN LI BER XWE DIDE’   Firat, anî ziman ku gelê kurd ev sed sal in li dijî siyaseta tunekirin û înkarê li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Berxwedanên wan car bi car şikestin xwarin, carnan sekinîn lê tu carî bi dawî nebû. Kurd li Dêrsimê, Zîlanê li Helebçeyê hatin qetilkirin. Di serhildana Şêx Seîd û hevalên wî de hatin qetilkirin, hatin talankirin lê kurdan her ku firsend dît li ber xwe dan. Gelê kurd, gelekî pir fedekar e. Malbata xwe, hizûra xwe, zarokê xwe dide lê ji serxwebûn û azadiya xwe tawîz nade. Lewma kurd divê bi awayekî adilane yekitiya xwe ava bikin.”   SERLÊDANÊN FERMÎ BÊENCAM MAN    Têkildarî cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî jî Firat wiha got: “Bi ser re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên wan nehatiye eşkerekirin. Sedema vê jî siyaseta tunekirin û înkarê ye. Di nava 20 salên îktîdara AKP’ê de me gelek caran serlêdan kirin lê tu carî bersiveke fermî nedan me. Ji me re digotin; ‘di vê mijarê de agahiyê li ber destê me nînin.’ Lê ne wisa ye. Tu 47 kesan bidarve dikî lê dibêjî ‘ez cihê wan nizanim.’ Ma tiştekî wiha dibe? Dê têkoşîna me ya ji bo dîtina gorên Şêx Seîd û hevalên wî bidome. Dawiya wê çi dibe bila bibe em ê prosedûrên hiqûqî bi cih bînin. Di biryarê de Dadgeha Kargêriyê dibêje ‘em cihê wan nizanin.’ Em ê vê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê. Li gorî min dê îstînaf jî înkar bike. Em ê piştre serî li dadgeha navneteweyî bidin. Em ê mijarê bixin rojeva DMME û her çar parçeyên Kurdistanê. Heke li wir biryarek were dayîn û Tirkiye pê neke, ez ê heta dawiya emrê xwe têbikoşim. Di vê mijarê de em bibiryar in. Şêx Seîd û hevalên xwe sembol in. Ev serhildan, serhildaneke neteweyî û civakî ye. Divê em xwedî lê derkevin. Ev, wesiyeta Şêx Seîd û hevalên wî ye. Wiha gotin; ‘Bila neviyên me gorên me çêbikin. Bila li ser gorên me fetîheyê bixwînin.’ Dawiya wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.”    MA / Mujdat Can