Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin 2023-06-28 09:04:13   STENBOL - Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Salîh Zekî Tombak diyar kir ku bi dengê Abdullah Ocalan re dê rûyê siyasetê biguhere û got: "Hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin."    Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hyarî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de nayê girtin. Her wiha hemû serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin an jî nayên bersivandin.    Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Endamê Lijneya Koordînasyonê ua Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Salîh Zekî Tombak, têkildarî tecrîda li Îmraliyê de axivî.     Salîh Zekî Tombak     Tombak bilêv kir ku zêdetirî 28 meh in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê. Tombak diyar kir ku demildest divê mafên Abdullah Ocalan esas bên girtin. Tombak anî ziman ku ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê yek jê mesleeya kurd e û polîtîkayên şer ên ji ber vê meseleyê rasterast bandorê li hiqûq, aborî, siyaset û mafên mirovan ên welêt dikin. Tombak wiha domand: "Ev bandor bi xwe re gelek krîz anîne. Desthilat her ku nikare serî bi van krîzan re derxe, heyfa xwe ji girtîgehan distîne. Wekî hûn dizanin li girtîgehan gelek bêhiqûqîtî tên kirin. Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin û tahde li wan tê kirin."    Tombak destnîşan kir ku Qanûna Înfazê ji bo Abdullah Ocalan nayê pêkanîn û got: "Hukmên di Qanûna Înfazê de çi bibin, divê ji bo Ocalan jî bên pêkanîn. Tecrîd, kêfî ye û bêhiqûqî ye. Nehevdîtina bi malbata xwe û parêzeran re xwe re çi ye? Hûn nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, hûn nahêlin nameyên tên bigihîjin wî. Ev dê heta dawiyê wiha nedome."    HESASIYETA DEWLETÊ!   Tombak bal kişand ser binçavkirina rojnamevan Merdan Yanardag jî ku piştî rexneya xwe ya li dijî tecrîdê hatibû binçavkirin û got: "Divê ne ji kesên ku dibêjin 'çima hûn bêhiqûqîtiyê dikin', divê kesên berprisên vê bêhiqûqîtiyê hesab bidin. Ji dêvla ku vê bikin, radibin rojnamevanên ku nûçeya rastiyê çêdikiin hedef digirin. Me ev jî dît. Kî der barê tecrîdê de biaxive, kî der barê mafên Abdullah Ocalan de biaxive, em ê rastî nîşaneyên enrihetiyê bên."    ‘HER KES DIKARIBÛ LI DORA MASEYEKÊ KOM BIBE'   Tombak bibîr xist ku berê AKP'iyan ji bo Abdullah Ocalan gotiye "Siyasetê rast dixwîne, baş dinirxîne û rê ve dike" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotinên wan rast in. Em behsa mirovekî wiha dikin ku di warê xwendina siyasetê de dikare tîma qurmayên AKP'ê bike şagirt. Di hucreyeke yekkesî de, di dema pêvajoya çareseriyê de hemû kesan li dor maseyekê kom kir. Yanî miroveke ku siyasetê di asta navnetewyeî de dixwîne. Ger fikirên xwe bîne ziman, ez yeqîn dikim ku dê bandoreke mezin li siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Dê rûyê siyaset Tirkiyeyê biguhere. Lewma hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bidin der."