ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN 2023-06-28 09:00:30   * Berdevkê Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ku der barê hevdîtina Astanayê ya dawî de axivî, bal kişand ser şertên hikûmeta Şamê yê ji bo derketina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê û got ku Tirkiye ji herêmê vekişe jî lê heta hêzên paramîlîter ên giredayî wê li herême bin dê aramî ne pêkan be.   * Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Salîh Zekî Tombak diyar kir ku bi dengê Abdullah Ocalan re dê rûyê siyasetê biguhere û got: "Hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bidin der."    * Selahattîn Sevînç anî ziman ku şilî û sermaya bi şev a ji ber guherandina avhewayê zirarmê dide şitilan û got: "Berf zirareke mezin dide me. Şitil di destê me de man."    * Navçeya Mêrdînik a Erdexanê ku her sal di bin navê "nûkirinê" de bi hezaran darên wê tên birîn, her diçe şorax dibe.    * Endamê OHD parêzer Nagehan Avçîlê diyar kir ku li Girtîgeha Antalyayê girtî bênefes tên hiştin û got ku tecrîda li Îmraliyê wekî metodeke îşkenceyê li hemû girtîgehan veguheriye polîtîkayekê.   * Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyan asteng dikin û ji ber civînan, di bin navê “mafê hizûrê” de pere digirin. Kurê girtiyê bi navê Sînan Sutpak ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, Ozgur Sutpak got ku biryarên van lijneyan hiqûqî nînin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 828’an de bidome.    * Bi wesîleya Cejna Qurbanê dê gora Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ku bi cînayeteke kiryarnediyar hatibû qetilkirin were ziyaretkirin. (08.30)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê bi boneya meha 138’an li pêşiya avahiya ÎHD’ê daxuyaniyê bide. (13.30)