Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin 2023-06-27 20:56:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo balê bikişîna ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser twîtterê hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin da destpêkirin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo balê bikişîna ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser twîtterê hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin (Bila dawî li tecrîda Îmraliyê bê) da destpêkirin.    Buroya Hiqûqê bi hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin ev daxuyanî belav kir: "Me li dijî tecrîda li Îmraliyê di sala 2022'yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dabû. Di encama serlêdanê de Komîteyê di 6'ê Îlona 2022'yan de biryara tevdîrê ya 'bêyî pêwendiya wî ya bi parêzeran re bê sînordarkirin demildest divê hevdîtin bê kirin' ragihandiye hikûmetê. Lê belê, hikûmet bi israra naxwaze li gor vê biryara di wesfê navneteweyî de bi cih bîne. #İmralıTecridineSonVerilsin"